Gelê Esentepe: Em bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne

img
STENBOL - Welatiyên taxa Esentepe ya Stenbolê diyar kirin li tenişta taxa wan kanên keviran hatine vekirin û ji ber bi dînamîtan keviran perçe dikin û derdixin çalên mezin vedibin û xaniyê wan li ber hilweşînê ye. Welatiyan diyar kirin ku ew bi talûkeyên mezin re rû bi rû ne.
 
Li tenişta Taxa Esentepe ya Navçeya Sultangazî ya Stenbolê kanên keviran ên çalên mezin ava kirine, welatiyên taxê xistine nava metirsiyek mezin. Welatî ji ber li tenişta wan kevir ji kanê bi dînamîtan tên perçekirin û derxistin, di nava fikar û metirsiyek mezin de dijîn. Welatiyan anîn ziman ku ewlehiya wan tune û xaniyê wan bi xerakirinê re rû bi rû ne. Welatiyan destnîşan kir ku hem doza zêde nexweşiya KOAH û astimê bi xwe re tîne û hem jî talûkeya ku xaniyên wan xera bike bi xwe re tîne. Welatiyan anîn ziman ku ji ber dînamît diteqin û kevir perçe dibin terkên mezin li erdê ketine û zarokên wan bi tirs li derve dilîzin. Welatiyan destnîşan kirin ku şêniyên taxê bi mirinê re rû bi rû ne. Şêniyê taxê yê 65 salî Eşref Kiziltaş, anî ziman ku ji ber toza kanê bi nexweşiya KOAH  û astimê ketiye û wiha got: “Ez niha bi makîneyê ve girêdayî dijîm. Ji ber toza heyî nexweş ketim û niha nikarim derkevin derve. Dîsa ji ber pirsgirêkên aborî nikarim biçin nexweşxaneyê." 
 
LI SER LÊVA MIRINÊ RÛNIŞTIME
 
Şêniya Taxê Zekiye Yeşilpinar jî anî ziman ku li ser lêva mirinê rûniştine û wiha got: "Me rayedar têkildarî mijarê agahdar kirin. Lê ji mere gotin 'li wir rûnenên' Em jî dizanin divê em li vir rûnenên. Lê em çi bikin. Cihekî em lê bi cih bibin tune ye. Beriya em bên vir kanên keviran tune bû. Piştî em li vir bi cih bûn û şûnde kanên keviran ava kirin. Kanên keviran niha em xistine nava halê xerab. Ger ku derfetên me hebûna em li vir nediman. Ez û hevjînê xwe nexweşin. Em nikarin debara xwe bikin. En neçar in li vir bijîn." 
 
Şêniya taxê Melek Gen jî anî ziman ku xaniyê wan tev qelişîne û wiha got: "Me xaniyê xwe nû restore kir. Lê dîsa ji ber kana keviran deriziye. Dîwar û fayansên xanî tev derizîn û şikestin. Her roj hundir tije toz dibe. Ji ber toza zêde em nikarin derkevin derve. Metbexa me her dem tije toz dibe. Cîranê min bi nexeşiya KOAH'ê ketiye." 
 
Şêniya taxê Safiye Koklu jî destnîşan kir ku wan rayedarên şaredariyê agahdar kirin û wiha axivî: "Lê rayedarên şaredariyê karkerên paqijiyê ji mere şandin. Em dê ji bo me çi bikin? Şaredarî bi pirsgirêkên me eleqeder nabe. Di hilbijartinê de tên deng ji me dixwazin. Piştre pişta xwe didin me." 
 
 
Keyayê taxê Haydar Polat jî anî ziman ku şîrketên kanên keviran û santralên betonê pere ji sermayedaran re didin qezenç kirin û li aliyê din xizan li vir nexweş dikevin. Polat, da zanîn ku ji bo kanên keviran bên rawestandin berê jî li gel şêniyên taxê têkoşiyan e û wiha bi dawî kir: "Bazirgan û çavpirçiyên pereyan ji bo rantê li taxê çalên mezin vekirin. Welatiyên taxê niha di rewşek xeter de ye. Vir zarok terki mirinê hatine kirin. Çalên bi sedan metre kûr hatine vekirin. Tu ewlehiya şêniyên taxê tune ye."