Sal 2014: Tirkiye zebeş difirotin dervê welat
Sal 2018: Tirkiye zebeşan ji derve dikire

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiye çandiniya zebeşan her ku diçe kêm dibe. Îthalat jî her ku diçe zêde dibe. Li gorî rapora Navenda Odeya Endezyarên Çandiniyê ku ji TUÎK'ê girtiye, zebeş di navbera salên 2014'an û 2018'an 91 hezar û 17 dekar kêm bûye. Di 2014'an de li Tirkiye îxrac ji îthalatê zêdetir bû, lê di sala 2018'an de îxracata zebeşan ji îthalatê kêmtir bûye û Tirkiye ji firotinê zêdetir zebeş ji dervê welat kirîye. Li gorî daneyan di nava 4 salên dawî de îthalata zebeşan bi 5 milyon ton ji îxracê zêdetir bûye. 
 
Li gorî daneyên 2018'an ên Odeya Endezyarên Çandiniyê Tirkiye salê 50 hezar ton zebex îxrac dike û 62 hezar ton zebeş îthal kiriye. Li gel ku Tirkiye di warê hilberîn û çandiniyê de di rêza 3-5'emîn de ye jî dîsa krîna ji derve ji firotinê zêtir e û her sal 12 hezar hezar ton zebeş ji dervê Tirkiye distîne. Li gorî hin daneyên di navbera 2014'an û 2018'an rewşa Tirkiye ya hilberîna zebexan  wiha ye. Di sala 2014'an de 954 hezar û 627 dekar zevî zebeş dihat çandin. Lê di sala 2018'an de ev rêje 91 hezar û 17 dekar kêm bû û daket 863 hezar û 610 dekaran. Ligel ku Tirkiye di nava welatê cîhanê de di aliyê hilberînê de piştî Çîn, Îran, Rûsya û Brezîlya welatê 5'emîn de jî krîna zebeşan a ji welatên derve ji firotinê zêdetir e. Tirkiye di sala 2014'an de 40 milyon û 642 hezar û 982 kîlo zebeş firot welatê derve di sala 2018'an de jî 57 milyon û 777 hezar û 253 kîlo zebeş firotiye. Lê li aliyê din krîna zebeşan a derve her diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên Odeya Endezyaran  di sala 2014'an de 28 milyon û 855 hezar û 999 kîlo îthal kiriye. Di sala 2018'an de jî 62 milyon û 373 hezar û 572 kîlo zebeş kiriye. Ev dane nîşan dide ku di sala 2014'an de li Tirkiye îxrac ji îthalatê zêdetir bû, lê di sala 2018'an de îxracata zebeşan ji îthalatê kêmtir bûye û Tirkiye ji firotinê zêdetir zebeş ji dervê welat kirîye. Li gorî daneyan di nava 4 salên dawî de îthalata zebeşan bi 5 hezar ton ji îxracê zêdetir bûye. Ev jî nîşan dide ku Hikûmeta Tirkiye qîmetê nade keda çotkarên xwe. 
 
HERÎ ZÊDE LI EDENE ZEBEŞ TÊN ÇANDIN Û KOMKIRIN
 
Li gorî daneyên salên 2014 û 2018'an li Tirkiye herî zêde li Edene zebeş hatin çandin û komkirin. Li gorî vê yekê li Edeneyê di sala 2018'an de li ser 144 hezar û 556 dekar zevî 1 milyon û 6 hezar û 357 ton zebeş hatin komkirin. 
Disa li gorî rêza zêdebûnê herî zêde li Antalya û piştre li Bursa, Riha,  Amed, Mêrsîn, Îzmîr, Manisa, Mugla Samsûn, Mêrdîn û bajarên din hatin çandin. 
 
DI CÎHANÊ DE HERÎ ZÊDE LI ÇÎNÊ TÊ ÇANDIN
 
Zebeş li gorî daneyên TUÎK'ê yên sala 2017'an di nava welatên cîhanê de herî zêde li Çînê hatin çandin. Li ser 1 milyon û 859 hezar û 683 dekar zevî hatiye çandin. Dîsa hilberîna herî zêde li Çînê ye û 79 milyon û 486 hezar û 961 ton hatiye komkirin. 
 
ZEBEŞ ERZAN BÛ GUBRE Û MAZOT BUHA BÛ 
 
Li gorî heman daneyan Zebeş di sala 2017'an de li Tirkiye li ser 95 hezar 514 hektar zevî hatiye çandin û 4 milyon û 11 hezar û 313 ton  berhem hatiye komkirin.  Di sala 2002'an de ji bo lîtreyek mazot 4. 78 kîlo zebeş dihatin firotin. Lê di sala 2018'an de ji bo lîtreyek mazot divê rençber 8. 79 kîlo zebeş bifiroşin.  Di sala 2002'an de ji bo tanek gubre 1.133 kîlo zebeş difirotin, lê di sala 2018'an de ji bo 1 ton gubre 2.521 kîlo zebeş difiroşin.