Li derve polîsan û li hundir jî Memûr Senê mudaxaleyî KESK’iyan kir

img
ENQERE – Endamên KESK'ê yên xwestin ji bo daxwazên xwe yên Peymana Tomarî (TÎS) li nêzî Wezareta Xebatê daxuyanî bidin rastî mudaxaleyan hatin. Li Derve polîsan mudaxale kir û li hundir jî nûnerên Memûr Senê mudaxaleyî KESK'iyan kir. 
 
Endamên KESK'ê bi armanca balê bikişînin ser daxwazên xwe yên Peymana Tomarî (TİS) ji 4 milên Tirkiye de berê xwe dabûn Enqere û hatin Enqereyê. Endam û rêveberên KESK’ê yên gihiştin Enqereyê xwestin ji bo hevdîtinên serdema 5’emîn a Peymana Tomarî (TÎS) li pêş Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsan destûr nedan ku KESK li vir daxuyaniyê bidin û bi bombeyên gazê mudaxale kir. Polîsan di mudaxaleyê de endamê MYK'ê yê KESK'ê Îlhan Yîgît, Sekreterê GişTî yê Haber Senê Burak Ustaoglu, Sekretera Giştî ya SES'ê Selma Atabey, Serokê Tarim Orkan-Senê Hamit Kurt û gelek rêveberên KESK’ê binçav kirin. KESK’iyên din jî li dijî mudaxaleya polîsan dirûşme berz kirin û meşiyan Kizilayê. 
 
Sekreterê Giştî yê KESK'ê Ramazan Gurbuz, li salona Wezareta Xebatê mudaxaleya polîsan şermezar kir. Dema Gurbuz, mudaxaleya polîsan şermezar kir rastî mudaxaleya endamê Memûr Senê hat. Gurbuz bertek nîşan da û goğt: "Li derve em rastî mudaxaleya polîsan tên û li hundir jî em rastî êrîşa êrîşên Memûr Sen'ê tên. Ev mafê me yê herî demokratîk e. " Nûnerên Memur Senê jî gotin 'Hûn ê daxuyanî bidin biçin li derve bidin. Ev der ne cihê daxuyaniyê ye." û bertekên xwe yên li dijî KESK'iyan anîn ziman.