Karwana KESK'ê ya Wanê gihişt Dîlokê

img

DÎLOK – Karwana KESK'ê ya Wanê ku ji bo tev li Girêbesta Komkar (Peymana Tomarî- (TÎS) ya di navbera hikûmet û sendîkayan de îmze bikin bibe, ji Wanê derket rê gihişt Dîlokê. 

Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ji bo daxwazên xwe yên di Girêbesta Komkar (TÎS) de bînin ziman ji 4 milan ve ber bi Enqereyê ve dimeşin. Karwana KESK’ê ya Wanê ku ji Wanê derketin rê gihişt Dîlokê.  Karwana ku Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen û Seroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden jî di navde ye li Dîlokê ji aliyê Berdevkê Platforma Şaxan a KESK'ê Alî Ersönmez, Nûnerê Herêmê yê DÎSK'ê Alî Guducu, Serokê Baroyê Bektaş Şarkli û Serokê HDP'ê yê Dîlokê Muslum Kiliç ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê endam û rêveberên KESK'ê li Parka Yeşilsû daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Gezen, anî ewê bi hevre li van biryar û daxwazên ku aşkere parve kirine xwedî derkevin. Gezen, anî ziman ku 3 milyon kedkarên cemawekiyê û 2 milyon malbatên endamên cemaweiryê jî di navde bi giştî 20 milyon girseyê eleqeder dike û wiha got: "Em wekî KESK'ê vê têkoşînê wekî têkoşîna hemû kesên kedê didin dibînin. Em ê bi hevre heta dawî li mafê xwe yê kedê xwedî derkevin û biparêzin." 
 
Endamên konfederasyonê piştî daxuyaniyê ber bi Edeneyê ve bi rê ketin.