‘Pêwîst e rayedar ji bo karkerên demsalî bikevin bin berpirsiyariyê’

img

AMED – Meclîsa ÎSÎG’ê ya Amedê bal kişand ser rewşa 25 karkerên li Licê qeza derbas kirin û bang li rayedaran kir ku berpirsiyariyek jiyanek kar û li gorî rûmeta mirovahiyê hilde ser milê xwe.

Meclîsa Ewlehiya Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) a Amedê ji bo karkerên demsalî yên duh ji Amedê diçûn Orduyê û qezaya trafîkê kirin civîna çapemeniyê li dar xist. ÎSÎG’ê li avahiya Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê civîn li dar xist. Endamê Meclîsa ÎSÎG’ê Mehmet Şîrîn Gurbuz daxuyanî da û diyar kir ku yên li Tirkiyeyê hêrî zêde di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin karkerên înşatanin û pişt re jî karkerên çandiniyê ne. 

 
‘KARKER BI ÊRÎŞÊN NIJADPEREST RE HEVRÛ DIMÎNIN’ 
 
Gurbuz da zanîn ku însanên herêmê li dijî polîtîkayên şaş û neolîberal yên bi xwe re feqîrî û bêkariyê tîne têdikoşin û ji bajarên herêmê bi deh hezaran însan ji bo bixebite koçî bajarên cuda yên Tirkiyeyê dikin. Gurbuz anî ziman ku karkerên çandiniyê bêsîgorta û bewlehî dixebitin û her sal bi sedan karkerên demsaliyê di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest didin. Gurbuz qezaya trafîkê ya duh li navçeya Licê ya Amedê karkerên dixwestin biçin Orduyê bibîr xist û got 25 karker di qezayê de birîndar bûne. Gurbuz da zanîn ku karkerên ji bajarên herêmê diçin bajarên din dixebitin bi yewmiyeyên kêm dixebitin û got: “Her sal karker bi êrîşên nijadperest re hevrû dimînin.” 
 
‘CÎNAYET Û QEZAYÊN KAR NE ÇARENÛS E’ 
 
Gurbuz bal kişand ser cînayetên kar û got: “Qezayên kar û cînayetên kar ne çarenûsa me ne. Feqîrî û cinênî ne çarenûs e. Em li ser axa herî bi xêr û ber dijîn û bi deh hezaran însan bêkar in. Însan ji bo debara xwe bikin neçarin koçî bajarên din dikin. Divê êdî ev cînayetên kar nebin. Em li vir bang dikin ku pêwîst e rayedar bikevin bin berpirsiyariyek jiyanek kar û li gorî rûmeta mirovahiyê.”