Kedkarên KESK'î dimeşin Enqereyê

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên KESK’ê yên ji bo daxwazên TÎS’ê ji çar milan ve ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin li cihê rawestiyan daxuyanî dan.
 
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), ji bo Girêbesta Komkar (TÎS) daxwazên xwe bînin ziman ji milan ve ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin û meşa wan didome. Meşa ji milê Wanê dest pê kir gihîştin Êlihê. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen jî di di nav de rêveber û endamên KESK’ê li ber avahiya Egîtîm Senê ya Êlihê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî û Hevşaredara Êlihê jî destek dan kedkaran. Kedkaran pankart û dirûşmên daxwazên wan tîne ziman vekirin û berz kirin. 
 
Hevseroka KESK’ê Aysun Gezen axivî û diyar kir ku ew qedexeya li Wanê derxistine pêşiya wan bi tundî şermezar dikin û ew ê destûr nedin ku mafên wan bên desteserkirin û firotin.  
Kedkaran piştî Êlihê berê xwe da Amedê. 
 
AYDIN
 
Milê meşa KESK’ê ya Muglayê jî duh êvarê gihîşt Aydinê. Endam û rêveberên KESK’ê li Qada Bajar daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî destek dan kedkaran. Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk daxuyanî da û daxwazên wan TÎS’ê vegot. Bozgeyîk got ji bo ew daxwazên xwe ragihînin divê ew dengê xwe bilind bikin. Bozgeyîk da zanîn ku di pêvajoya OHAL’ê de pirsgirêk qat bi qat zêde bûn.
 
Kedkar piştî daxuyaniyê Serokê Şaredariya Efeler a Aydinê Mehmet Fatîh Atayla hevdîtin pêk anîn û daxwazên xwe anîn ziman. Kedkar piştî Aydinê ber bi Enqereyê ve derketin rê.