Karkerên 2 mehin meaşê xwe nagirin çalakî li dar xistin

img
STENBOL - Li Acibadem a Kadikoyê karkerên 2 mehin meaşên xwe nagirin dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin.
 
Li Acibademê ya Kadikoyê karkerên ku 2 mehin heqê keda xwe nastînin, dest ji kar berdan û çalakî li dar xistin. Karkerên sendîkaya Devrîmci Yapi, Înşaat û Rê (Dev Yapı Îş Sendika), li taxa Acibadem a Kadikoyê ya Stenolê karê înşaetê dikin ji ber ku 2 mehin heqê xwe nastînin, bi armanca doza mafê xwe bikin çalakî li dar xistin.