Cotkarên fasûleyan: Ne em, komîsyonvan qezenc dikin

img

WAN - Li Westanê, cotkarên ku fasûle danîne diyar kirin ku heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Cotkaran, bilêv kir ku navbeynkar kîloya fasûleyan bi lîreyekê dikirin û bi 6 lîreyan difiroşin. 

 
Li navçeya Westan a Wanê, cotkarên ku fasûleyan datînin diyar kirin ku heqê keda wan jî bi dest wan nakeve û gotin tenê navbeynkar qezenc dikin. 
 
BI LÎREYEKÊ DIKIRIN BI 6 LÎREYAN DIFIROŞIN 
 
Husna Bal ku li gundê Îşkîrt ê Westanê fasûleyan diçîne, bilêv kir ku li Westan ji xeynî fasûleyan zebzê din jî datînin û got: "Tomerîfiroş, fasûleyan bi lîreyekê ji me dikirin û bi 6 lîreyan difiroşin. Yanî heqê keda me jî bi dest me nakeve. Kesên li vira zebze datînin karkeran ji bajarên din dîtin. Bi vî awayî ciwanên li bajêr betal dimînin." 
 
Cotkar Erol Guven jî diyar kir ku her roj li ber tavê dixebitin û got: "Em her roj li nav erd in. Çapekirin, avdanî, berhevkirin... zehmet e. Niha dema paleyiya fasûleyan e. Em berhev dikin û li nav erd kom dikin. Paşê tomerîfiroş tên û ji me dikirin. Tomerîfiroş li nav erd kîloya fasûleyan bi lîreyekê dikirin. Ev fiyet ji bo me nebaş e. Em hildiberînin lê em nikarin debara xwe bikin. Bi lîreyekê ji me dikirin bi 6 lîreyan difiroşin. Mixabin em heqê keda xwe bi dest naxin." 
 
Halîme Can ku li gundê Oîşvank ê Westanê fasûle danîne, bilêv kir ku tahma fasûleyên Westanê ji ên din xweştir e û got: "Ê zehmetiyê dikişîne em in, lê ên qezenc dikin jî navbeynkar in. A rast ev heqaret e. Ji bo erdê me beyar nemîne em datînin. Lê mesrefên xwe jî dernaxe. Divê hikûmet destekê bide cotkaran. Niha em nikarin heqê karkeran jî bidin." 
 
NAVBEYNKAR 
 
Halîl Şeker jî, bilêv kir ku wan di 3'yê Nîsanê de fasûle çandine û niha paleyiya wan dikin û got: "Hema bêje 4 meh in em li nav erd in. Ji sibehê heta êvarî em dixebitin. Çandin û berhevkirina fasûleyan ne rihet e. Ji ber yewmiyeya karkeran kêm e kes naxebite. Hema bêje em tenê debara xw ebi zebze dikin. Em datînin, em ber hev dikin lê ên dibin hevkarê keda me dîsa navbeynkar in. Herî zêde ew qezenc dikin." 
 
MA / Dîndar Karataş