'Heta şer hebe wê krîza aborî jî hebe'

img

WAN - Li Wanê, ajokarê li nav bajêr rêwiyan dibin û tînin, ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Ajokaran, destnîşan kir ku sedema sereke ya krîzê şer e û got: "Bi perê me operasyon tên lidarxistin. Ji bo ev pirsgirêk ji holê bên rakirin pêdivî bi aştiyê heye." 

Li Wanê, ajovanên li nav bajêr rêwiyan dibin û tînin, ji ber bihabûna fiyetên benzîn û mazotê nikarin debara xwe bikin. 
 
Mecît Tûrgût ku 11 sal in vî karî dike, bilêv kir ku krîza aborî rasterast tesîrê li wan dike û got: "Par lîtreya mazot û benzînê bi 4 lîreyan bû, lê niha em bi 7 lîreyan dikirin. Par me tekerê wesayîtê bi 400 lîreyî dikirî niha em bi 900 lîreyî dikirin. Ev asta krîza aborî nîşan dide. Ev tenê tesîrê li me nake, li hemû esnafan dike. Êdî em nikarin wesayîtên xwe tamîr jîb ikin. Bac û heqê sîgorteya wesayîtan biha bûye. Ne çandinî ne jî sewalvanî maye. Êdî em nikarin debara xwe bikin." 
 
'BI BACÊN ME OPERASYON TÊN LIDARXISTIN' 
 
Tûrgût, destnîşan kir ku yek ji sedema sereke ya krîza aboriyê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got: "Eger pirsgirêka kurd bê çareserkirin wê krîza aborî jî bê çareserkirin. Eger li vî welatê xweş kurd û tirk rûnên û pirsgirêka xwe çareser bikin wê krîza aborî jî nemîne. Lê belê niha li ber çavê me operasyonên leşkerî hene. Ev operasyon bi perên me tên kirin. Ev bi bacên me tên kirin." 
 
'HETA ŞER HEBE WÊ KRÎZ JÎ HEBE' 
 
Osman Kiye jî bilêv kir ku ji ber krîza aborî nikarin heqê sîgorteyên xwe bidin. Kiye, diyar kir ku 15 sal in vî karî dike, lê belê cara ewil e krîzeke wiha dibîne. Kiye, got: "Em rojekê dixebitin rojekê naxebitin. Krîza aborî tesîr li me jî kir. Pîvaz, petata, xwarin û vexwarin her tişt biha bûye. Sedema vê krîzê şer e. Her roj çek û fîşek tên kirîn. Ev yek tesîrê li aboriyê jî dike. Kes guh nade gel. Ji bo ev pirsgirêk ji holê bê rakirin pêdivî bi aştiyê heye an jê wê şer krîzê kûrtir bike." 
 
Eyup Bartû jî diyar kir ku 70 lîre bi destê wî dikeve lê belê nikare pê debara xwe bike. Halîl Ertûş jî destnîşan kir ku ev krîz ji ber polîtîkayên çewt ên hikûmetê pêk hatiye û got: "Êdî nikarim debara malbata xwe bikim. Her tişt biha bûye. Bi deynan li debara xwe dikim."
 
Hamza Aslan ku li rawestgehê wesayîtan koordîne dike jî got: "Berê bi yewmiyeyekê min tenekeyek rûnd ikirî lê niha ji bo tenekeye rûn bikirim divê 3 rojan bixebitim. Eger goşt bikirim nikarim zebze bikirim, zebze bikirim nikarim amûrên paqijiyê bikirim."