Li Ege hemû karê çandinyê li jin û zarokan bar kirine

img

MANÎSA - Cevher Ozdemîr ê bi salan serokatiya Komeleya Piştevahiya Karkeran a betal kirin kir, da zanîn ku di serî de li Tûrgûtlû li Herêma Ege tu pirsgirêkên karkarên çandiyê nayin çareser kirin û got: “Êdî ji sedî 90 jin din çandiniyê de dixebitin. Dinava van de jî herî zêde zarokên keç û kurin.”

Komeleya Piştevaniya Karkeran di sala 2003’yan de li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsa hat avakirin û piştî xebatên 16 salan hat betal kirin. Cevher Ozdemîr ê bi salan serokatiya komeleyê kir, tim bal dikişand ser pirsgirêkên koçber û Kurdên li Herêma Egeyê karê çandiniyê dikirin. Niha li herêmê, hema bêje tu komele û sendîkayên pirsgirêkên karkaran bîne ziman û balê bikişîne ser rewşa karkeran tuyene. Ozdemîr, diyar kir ku sedema pirsgirêkan nêzîkatiyên polîtîkin. 
 
‘JI BER PÊDIVIYAN ME KOMELE VEKIR’
 
Ozdemîr, da zanîn ku b isalene  karê çandiniyê dike û wiha axivî: “Ji ber kêmbûyîna têkoşîna di vê sektorê me komele ava kir. Lê ji ber nîqaşên navxweyî me komeleya xwe betal kir. Pirsgirêkên ku berî çend salan derdiketin pêşberî me, îro jî heman pirsgirêk tên jiyîn. Bi taybetî ji bo karkerên di qada çandiniyê de dixebetin, tu mafên wan ên hiqûqî nayin parastin û kes xwedî wan dernakeve.” 
 
ÇANDINÎ Û ÎNŞEAT QEDIYA YE 
 
Ozdemîr, dest nîşan kir du beşên herî girîng çandinî û înşeta ber bi tunebûnê ve diçin û wiha bilêv kir: “Êdî kesên di çandiniyê de dixebitin, ji sedî 90 jê jinin. Dinava van de, jî herî zêde zarokên keç û kur hene. Pirsgirêka herî zêde karkerên çandiniyê dijîn, keda wan tê xwarine. Îro pergala ‘çawîştiyê’ heye. Dema mijar dibe pere, çawîş bi her awayî dikevin navberê. Lê dema mijdar dibe heq û hiqûq bi tu awayî pirsgirêkên karkeran çareser nakin. Berî salekê me komeleya xwe betal kir. Mekanîzmayeke ku pirsgirêkên karkeran bîne ziman li navçeyê tuneye. Li Herêma Ege karker pirsgirêkên mezin dijîn, lê kes xwedî wan dernakeve.” 
 
'JIN BUNE QEHREMANÊN KEDA XWE’
 
Ozdemîr, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên karkeran berî her tiştî divê muçeyên wan, saetên wan ên kar, karker birîn û anîn bên diyar kirin. Bi çawişan pirsgirêkên karkeran nayin çareser kirin. Heya ku ev pirsgirêk neyin çareser kirin, dê keda karkeran bê xwarin, rastî nêzîkatiyên netewperest ên mûxtarn bên û mafê wan tim ji destê wan bê girtin. Berî her tiştî divê pergala çawîştiyê ji holê rabe. Her ku diçe karkeriya jin û zarokan zêde dibe. Niha biçin li deşta Tûrgûtlû bigerin hûnê bibînin ku hemû jin dixebitin. Barê herî giran ê jiyanê li ser milê jinane. Ez dikarim bêjim ku jin li metropolan di zeviyan de bûne qehremanên keda xwe.” 
 
Ozdemîr, diyar kir ku  sedema van hemû pirsgirêkan, helwesta siyasî ya li hemberî karkerane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nêzîkatî û nêrîna heyî divê demildest bê guhertin.” 
 
MA / Nîmet Olmez