Li warê çandiniyê rewşa cotkaran ne tu rewş e!

img

AMED –  Li herêma çandiniyê Bismilê, cotkar ji ber zemên tên kirin nizanin dê çi bikin. Cotkaran, bi lêv kir ku berê wan bi 15 donima debara xwe dikir, lê belê niha nikarin bi 250 donimî jî debara xwe bikin. 

 
Ji ber polîtîkayên çandiniyê yên îktîdarê û ji ber zemên li ser hevdu tên kirin cotkar perîşan bûne. Li herêma çandiniyê ya Bismilê ku niha 154 hezar û 623 hektar erd tê ajotin, ji ber bihabûna fiyetên sotemenî, derman, gubre û ceryanê nizanin dê çi bikin
 
‘250 DONIM JÎ TÊR NAKE' 
 
Bayram Can ku 25 sal in cotkariyê dike, îsal 250 donim pembo çandiye. Can, anî ziman ku 15 sal berê 15 donim erd diajot û vbi vî erdî 12 kesan debara xwe dikir, lê belê niha 250 donim erd dajo lê dîsa jî nikarin debara xwe bikin. Can, bal kişand ser zemên tên kirin û got: "Benzîn, mazot, derman û ceryan her roj biha dibin. Lîtreya mazotê bûye 7 lîre. Bi ser de dermanên çandiniyê jî biha kirin. Min 250 donim pembo çandiye lê belê lêçûnên wê ji deramaeta wê bêtir in. Sirf ji bo beyar nemîne em dajon." 
 
'EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN' 
 
Cotkar Engîn Altûndag jî îsal 500 donim pembo çandiye. Altûndag, bilêv kir ku navçeya wan warê çandiniyê ye lê belê niha rewşa çandiniyê ne tu rewş e. Altûndag, destnîşan kir ku berê bi 100 donimî debara xwe dikirin lê belê niha 500 donim çandine lê dîsa jî nikarin debara xwe bikin. 
 
Altûndag, diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve çandiniyê dike û got: "Di warê çandiniyê de niha krîza herî mezin heye. Em diçînin lê pere tune ne. Mazot bûye 7 lîre. Emd ixwazin ev mesele bê helkirin, bila mazot erzan bibe. Êdî bes e. Ev çi zem e. Derman berê 20 lîre bû, niha bûye 120 lîre. Mehê em nêzî 50 hezar heqê ceryan didin. Ji xeynî heqê karker, ev û mesrefên din." 
 
Oepratorê makîneya karî Nîzamettîn Ozdemîr ku bi cotkaran re dixebite jî got: "Niha cotkar heta qirikê di nav deynan de ne. Cotkarê 2 hezar donim erd dajo niha nikare heqê kemçê bide." Fethi Balaman