Karkerê bi ceryanê xwe zeliqî jiyana xwe ji dest da

img

BÛRSA - Li Înegolê karker Îsmaîl Albayrak ku piyê xwe kir nav ava valahiya asansorê, bi ceryana qaçax ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.

 
Li navçeya Înegol a Bûrsayê karker Îsmaîl Albayrak ku li taxa Kemapaşa di înşaetê de dixebitî, dema ku piyê xwe kir nav ava valahiya asansorê, bi ceryana qaçax ve zeliqî. Hevalê Albayrak bi hewara wî ve çûn û ew bi awayekî birîndar rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Înegolê. Li gel hemû mudaxaleyan jî Albayrak nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.