Hikûmetê pêşniyara zemê ya ji sedî 5 li karkeran kir

img
ENQERE - Serokê Turk-Îş'ê Ergun Atalay diyar kir ku hikûmetê ji bo karkerên cemaweriyê pêşniyara zema ji sedî 5 kiriye û wiha got: "Tu aliyekê vê pêşniyarê yê bi axaftin tuneye. Em ê ya li ser meseyê li hev bikin an jî em ê biçin grevê." 
 
Hikûmetê ji bo karkerên cemariyê yên ku di bin 3 hezar û 500 lîreyî de mûçe digirin pêşniyara ku mûçeyê wan bi qasî 60 lîreyê bê zêdekirin, ji bo hemû karkeran jî pêşniyara ku mûçeyê wan ji bo 6 mehên destpêkê ji sedî 5 û ji bo 6 mehên dawîn jî ji sedî 4 bê zem kirin, kir. Serokê Turk-Îş'ê Ergun Atalay diyar kir ku tu aliyekê vê pêşniyarê yê bi axaftin tuneye û angaşt kir ku heke li ser meseyê li hev nekin dê biçin grevê. 
 
PÊŞNIYARA TURK-ÎŞ'Ê
 
Atalay pêşniyara karkeran beriya hilbijartinên Stenbolê yên 23'ê Hezîranê pêşkêşî Wezîra Xebatê Zehra Zumrut Selçûk kiribû. Turk-Îş'ê xwestibû ku mûçeyê herî kêm bi awayekî brut derkeve 3 hezar û 500 lîreyî û bi qasî 300 lîreyî jî bê zemkirin. Turk-Îş'ê piştî başkirin û kişandinê ji bo 6 mehên destpêkê ji sedî 15 û ji bo sal û nîvekê jî ji 6 mehan carekê daxwaza enflasyon + para ji sedî 3'yê xweşiyê kir.