Li Îdirê esnaf hindik mane dikanên xwe bigirin!

img

ÎDIR - Esnafên Bazara Ûris a Îdirê, destnîşan kir ku berpirsiyarê krîza aborî hikûmet e û gotin, êdî nikarin deynên xwe jî bidin û eger wisa dewam bike ew ê dikanên xwe bigirin. 

Krîza aborî, pişta esnafan şikandiye. Li Îdirê jî esnafên Bazara Ûris, destnîşan kirin ku êdî nikarin kar bikin û gotin, berpirsiyarê vê krîzê hikûmet bixwe ye. 
 
'ÊDÎ KES NAYÊ' 
 
Esnafê 23 salan Tûran Îlhan ku li bazarê amûrên malan difiroşe, destnîşan kir ku ji ber siyaseteke çewt krîz rû daye. Îlhan, bilêv kir ku çavkaniya aboriyê ya Îdirê kesên ji Nahciwan, Îran û Ermenîstanê tên bixwe ne û got: "Kesên ji van welatan tên ji ber her tişt biha bûye wekî ebrê tiştan nakirin. Ev yek tesîrê li me dike. Çimkî em esnaf bi saya van kesan debara xwe dikin. Lê ji ber her tişt biha bûye kes tiştekî nakire. Eger wisa dewam bike wê esnafên Îdirê top bavêjin." 
 
'BERPIRSIYAR HIKÛMET E' 
 
Esnaf Adem Dokçû jî, destnîşan kir ku karê wan nabe û ji ber pere bi welatiyan re tune ye kes alvêrê nake. Dokçû, got: "Tişta par me bi 10 lîreyan dikirî îsal em bi 20-25 lîreyan dikirin. Mirov jî nikarin bi vî fiyetî bikirin. Ji ber kar tune ye, em rûniştîne û dendikand ixwin. Rewşa esnafan ne tu rewş e. Sedema vê polîtîkayên hikûmetê ye. Êdî em nikarin deynên xwe jî bidin." 
 
'EM Ê DIKANÊN XWE BIGIRIN' 
 
Esnaf Îsmaîl Yaşar jî, destnîşan kir ku her tişt 50 ji sedî biha bûye û got: "Tişta du sal berê me bi 15 lîreyan dikirî îsal em bi 20 lîreyî dikirin. Bi bihabûna dolar re her tişt jî biha bû. Dolar kêm bû lê fiyet wekî ebrê ne. Em nikarin heqê çekên xwe jî bidin. Eger wisa dewam bike em ê dikanên xwe bigirin."