‘Em berhev dikin lê hin kesên din qezenc dikin'

img

MANÎSA - Karkerên jin ên pelên mêweyan berhev dikin, bal kişandin ser şert û mercên giran ên karî. Kadriye Karaçay, got: "Tiştê bi dest me dikeve ancax têra pêdiviyên me dike. Di çandiniyê de tim ên zêde dixebitin karker in, lê ên qezenc dikin jî hin kesên din in." 

Li navçeya Sarûhanli ya Manîsayê, 2 meh in jin pelên mêweyan berhev dikin. Jinan bal kişand ser şert û mercên giran ên berhevkirina pelên mêweyan. 
 
ROJÊ 12 SAETAN DIXEBITIN 
 
Jinên karker ji bo berhevkirina pelên mêweyan her sibeh saet di 4'an de radibin û rojê 12 saetan dixebitin. Karker Sûltan Kirak, bilêv kir ku 4 sal in vî karî dike. Kirak, bilêv kir ku ew van pelan difiroşin fabrîkayan û serê kîloyê 2 lîre ji wan re dimîne. Kirak, got: "Mêr dibêjin hûn vî karî baştir dikin û bi vî awayî dixwazin xwe ji vî karî safî bikin. Ji bo me serdema vî karî biharê dest pê dike. Lê hîn jî ew li qehwexaneyan rûdinên û ling davêjin ser lindan. Her wiha piştî vî karê zor û zehmet wexta em diçin malê em li zarokan dinerin û xwarinê çêdikin û karên malê jî dikin."
 
Şemsa Karagoz jî, bilêv kir ku 20 sal berê ji Mêrdînê koçî vira kirine û bi salan e li nav erdan dixebitin. Karagoz, got: "Ne ji ber feqîriyê bûna em ev qasî nedixebitîn. Em bi pereyê bi dest me dikeve bi zor û heft bela debara xwe dikin. Ji bo jinan zehmetir e. Piştî karê çandiniyê karên din dest pê dikin. Em tenê pelan berhev nakin. Pel tune bin em xiyaran, îsotan berhev dikin. 20 sal in bênavber li nav erdan dixebitim û gelek enxweşîn li min peyda bûne." 
 
Kadriye Karaçay jî, bilêv kir ku wê û hevjînê xwe dev ji hevdu berdaye û bi karê çandiniyê debara 5 zarokên xwe dike. Karaçay, got: "Carina ez û du keçên xwe bi hev re dixebitin. Em bi pereyê bi dest me dikeve pêdiviyên xwe dikirin. Tiştê bi dest me dikeve ancax têra pêdiviyên me dike. Di çandiniyê de tim ên zêde dixebitin karker in, lê ên qezenc dikin jî hin kesên din in. Ji ber hewa pir germ e û em zû radibin, pir adiz dibin. Lê em mecbûr in, ancax bi vî karî em dikarin debara xwe bikin." 
 
MA / Nimet Olmez