Naklîyevanên Rihayê îflas kirin

img

RIHA - Esnafên li Bazara Genim a Rihayê karê naklîyevaniyê dikin ji ber zêdebûna buhayê mazot û lastîkê maşîneyan îflas dikin. Nakliyevan Bozan Yahnîoglu, diyar kir ku îsal esnafên biçûk fetisîn û wiha got: "Kesên berpirsiarê aboriyê ne xema wan e. Lê yê zor û zahmediyê dijîn esnafên biçûk in." 

Esnafên li Bazara Genim a Navçeya Eyyubiyê karê naqliyevaniyê dikin ji ber krîza aborî yek bi yek îflas dikin. Bi hatina demsala havînê re genim, cih û nîs hatin çinîn. Piştî ceh, genim û nîsk hatin çinîn karê naqliyevaniya genim ceh û nîskan dest pê kir. Welatiyên karê naqliyevaniyê dikin diyar kirin ku ji ber mazot û lastîk buha dibe êdî kara wan zerara  xelas nake. Esnafan diyar kirin ku hin esnafan ji ber leçûn ji hatinê zêdetir e deriyê dikanên xwe digirin.  Esnaf Bozan Yahnioglu ku li Bazara Genim karê naqliyevaniyê dike diyar kir ku 20 salin vî karî dike û wiha got: "Di 2-3 salên dawî de sektora karê neqliyê êdî îflas dike. Ev sektor êdî kar nake. Polîtîkayên dewletê sektora naqliyevaniyê xelas kiriye. Esnafên biçûk fetisîn. Kesên berpirsiarê aboriyê ne xema wan e. Lê yê zor û zahmediyê dijîn esnafên biçûk in." 
 
KRÎZA ABORÎ HEYE
 
Esnaf Mahmut Kirboga  jî anî ziman ku hemû esnafên li bazarê di nava krîzê de dijîn û wiha got: "Ji ber krîzê ez hatim dest ji kar berdim. Ji ber ku ez êdî tiştekî qezenç nakim. Em nikarin heqê seferên xwe zêde bikin. Lê her diçe mazot û lastîk buha dibin. Hûn îro ji kijan esnafê bipirsin wê bêjin 'Krîza aborî heye' Ji ber ku êdî kes nekare debara xwe bikin. 
 
PAR BI 1500 LÎRA ÎSAL BI 3000 LÎRA YE 
 
 
Esnaf Hasan Karaca jî anî ziman ku hem mazot û hem jî lastîkê maşînê buha bûne û got: "Sala par lastîkê maşînê bi Hezar û 500  Tl bû. Îsal duqat zêde bû û niha bi 3 hezar lîra ye. Sîgorta zêde ye. Kara me û zerara me hev dernaxe.