SES’a Amedê xwest daxwazên wan ên TÎS’ê bên qebûlkirin

img
AMED – Şaxa SES’ê ya Amedê ji bo Girêbesta Komkar (TÎS) daxuyanî da û xwest daxwazên endamên wan ên têkildarî TÎS’ê bên qebûlkirin. 
 
Şaxa Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Amedê li avahiya xwe têkildarî daxwazên endamên xwe ya Girêbesta Komkar (TÎS) civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de rêveberên SES’ê amade bûn. Beriya daxuyaniya têkilarî Girêbesta Komkar sekreterê Şaxa SES’ê Mehmet Nur Ulus axaftinek kurt kir û bal kişand ser peymana TÎS’ê û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin. 
 
Pişt re Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî têkildarî Girêbesta Komkar daxuyanî da û wiha got: “TÎS’ê, kedkarên ku bi yên kar didin re rûnên ser maseyê û mafên wan ên şertên xebatê yên aborî, civakî û demokratîk-siyasî diyar kirine. Sendîkaya me SES û konfederasyona me KESK, ji dema ava bûye heta niha armanceka wan ew e ku TÎS û mafê sendîkayî yê grevê bidin qezencekirin. Hevdîtinên Girêbesta Komkarî di meha tebaxê de dest pê dike. Senîdîkaya Memûr Senê di bin banê AKP’ê de dixebite û bi piştevaniya AKP’ê di sala 2012’an de mezin bûye, di hevdîtinên TÎS’ê de şûna ku mafên xebatkaran bîne ziman û biparêze, daxwazên hukumetê qebûl dike. Hevdîtinên TÎS’ê ancak bi sendîkayeke ku mafê xebatkaran bi tekoşîneke rast biparêze çêdibe. Ew sendîka jî sendîka me SES û konfederasyona me KESK e.” 
 
Adibellî destnîşan kir ku hevdîtinên TİS’ê yên ku di sala 2020’an derbasdar bin dê meha tebaxê dest bi hevdîtinê wê bê kirin û ji bo daxwazên xebatkarên xwe sindoqên TÎS’ê danîne li gor wan daxwaz derxistine. Adibellî di dawiya daxuyaniyê de daxwazên ku endamên SES’ê di sindoqan de anîne ziman û diyar kirine jî rêz kir û xwest daxwazên endamên wan bên qebûlkirin.