'Em bi zorê debara xwe dikin'

img

MÊRSÎN – Masîvanên li perava Karadûvarê, diyar kirin ku ew masîwurk û masîpankan zevt dikin lê belê ji ber bihabûna fiyetê mazotê bi zorê debara xwe dikin. 

Li perava Karadûvar a Akdenîz a Mêrsînê, masîvanan bilêv kir ku îsal masîwurk û masîpankan zevt dikin lê belê ji ber maliyet zêde ye bi zorê debara xwe dikin. Masîvan Yûsûf Altûndaş, diyar kir ku keştiyên biçûk li perava karadûvarê masîwurk û masîpankan zevt dikin, îsal masî zêde ne lê belê bi erzanî tên firotin.
 
Altûndaş, anî ziman ku li bazarê kîloya masîwurkan bi 10 lîreya ye, lê belê maliyeta wan pir zêde ye. Altûndaş, bal kişand ser bihabûna fiyetê mazotê û got: "Em ji ber mazotê nikarin qezenc bikin. Her cara em dadikevin nav behrî komek pere diçe. Lê fiyetên masiyan heqê me dernaxe. Lê piştî vî emrî niakrim karekî din bikim. Loma ji mecbûrî vî karî dikim. Heta niha 55 hezra deynê min heye. tiştek nakeve bêrîka min. Ji bo em karibin vî karî bikin divê mazot erzan bibe." 
 
‘REWŞA ME PIR XIRAB E' 
 
Masîvan Zeynel Oygar, got: "Niha qedexeya zevtkirina masiyan heye. Ji ber vê bazirganên mezin ên masiyan dibin Îzmîr, Dîlok û Amedê nayên vira. Ev yek jî tesîrê li me dike. Em jî ji mecbûrî li vira difiroşin û ji ber vê tiştek bi destê me nakeve. Niha em qaseya masiyan bi 20 TL'yî difiroşin. Ev yek jî me xelas nake. Divê em masîvan mehê bi 25 hezarî bifiroşin ku em nexisirin. Berê wexta mazot bi du lîreyan bû karê me jî pri baş bû. Lê niha mazot bi 5 lîreya ye. Tenê em dixwazin fiyetê mazotê kêm bibe." 
 
MA / Ergin Çaglar