Dadgehê dosyeya bavê wî kir hincet û doza wî ya ji bo kar betal kir

img

STENBOL – Kenan Gungordu ku piştî ji şaredariyê hatibû avêtin, li ber şaredariyê bi dirûşmeya "ez karê xwe dixwazim" dest bi çalakiyê kiribû. di roja 62'yan a çalakiyê de hatibû binçavkirin û 6 meh û rojan girtî mabû. Gungordu, got: "Di 12'ê Hezîranê de ji ber çalakiya ku min li ber şaredariyê li dar xist, ceza li min hatibû birîn. Dadgehê ev ceza û dosyeya bavê min kir hincet û got 'Şaredariya Zeytînbûrnûyê mafdar e' û doza min betal kir." 

Kenan Gungordu ku 19 salan di Şaredariya Zeytînbûtnûyê e xebitî û paşê hat îxrackirin, 437 roj in ji bo vegere ser karê xwe têdikoşe. Gungordu ku di Nîsana 2018'an de ji kar hat avêtin, di 14'ê Nîsana 2018'an de ji bo veger ser karê xwe serî li Dadgeha Îdareyê ya Herêmê da. Dadgehê, serlêdana Gungordu nirxand û di 26'ê Hezîrana 2018'an de biryar girt ku "birêvebirin bê sekinandin." Piştî biryarê Gungordu bi ser ket û di 20'ê Mijdara 2018'an de vegeriya ser karê xwe. Lê belê di heman rojê de şaredariyê ji Gungordu re got 'pêdiviya me bi xebatkaran tune ye' û ew ji kar derxist. 
 
6 MEH Û 7 ROJ CEZA LÊ HAT BIRÎN 
 
Gungordu, di roja 62'yan a çalakiya xwe ku li ber şaredariyê li dar dixist de hatibû binçavkiri û ji ber vê 6 meh û 7 roj ceza lê hat birîn, lê belê dadgehê cezayê wî heta 5 salan taloq kir.  Dadgeha Îdareyê ya Herêmê ya Stenbolê ji bo doza ku Gungordu vegere ser karê xwe di 11'ê Nîsana 2019'an de vekiribû, 6 meh û roj cezayê ku Dadgeha Cezayê Asliye ya 36'an a Bakirkoyê lê birîbû û o dosyeya bavê wî kir hincet û di biryara xwe de got "Şaredariya Zeytînbûrnûyê mafdar e" û doza Gungordu betal kir. 
 
‘DI NAV 6 DEQÎQEYAN DE JI KAR HATIM AVÊTIN' 
 
Gungordu, bal kişand ser têkoşîna xwe û estnîşan kir ku piştî vegeriyaye ser karê xwe di heman rojê de ji kar hatiye avêtin û got: "Piştî çûm ser kar, 6 deqe şûnde min ji kar avêtin." 
 
Gungordu, ji bo biryara dadgehê ku dosyeya bavê wî jî kiribû hincet jî got: "Li holê tu zanyeriyeke ku têkiliya min bi 'rêxistinê' re heye tune ye. Lê rabûn di ser malbata min re arşîv lêkolîn kirin. Bavê min 80 salî ye. 3 sal in nexweşîna Alzheîmerê pê re heye û ji 'endamtiya rêxistinê' tê darizandin. Dadgehê ev yek ji xwe re kir hincet û got Şaredariya Zeytînbûrnûyê mafdar e. Ew jî baş dizanin ku ev ne hiqûq e, lê dîsa jî biryareke wiha girtin." 
 
Gungordu ku got "Ez bi lêkolîneke arşîvî ji kar hatim avêtin? An jê ji ber pêwendiya min bi rêxistinê re heye?" got: "Wexta Şaredarê Zeytînbûrnûyê ez ji kar avêtim, got 'endamê rêxistinê ye, PKK'yî ye.' Lê heman feraset niha radibe ji ber çalakiya min a piştî ji kar hatim avêtin 62 roj şûnde min li dar xist, şaredariyê mafdar derdixe. Baş dizanim 136 hezar mirov bi vî awayî ji kar hatin avêtin. 136 hezar mirov bi awayekî bêhiqûqî ji kar hatin avêtin. Û ez dibêjim çi zû an jî çi dereng wê heqî derkeve holê. Wê KHK biçin û em ê bimînin." 
 
Gungordu, herî dawî got, çi dibe bila bibe ew ê dev ji têkoşîna xwe bernede.