TUSÎAD: Divê berê pergala hiqûq û edaletê rast bibe

img

STENBOL – TUSÎAD, têkildarî krîza aboriya ya her diçe kûr dibe, berberiya di nava civakê de û betalkirina hilbijartina Stenbolê, bi awayekî aşkere hikûmet rexne kir û got: "Derbaskirina vê krîzê girêdayî rastkirina pergala edalet û hiqûqê ye."  

 
Civîna Konyesa Îstîşareya Bilind a Komeleya Karsaz û Sanayîvanên Tirk (TUSÎAD) li Stenbolê dest pê kir. Serokê Konseya Îstîşareya Bilind Tuncay Ozilhan di civînê de axaftina vekirnê kir û wiha got: "Xuya dike ku pergala parlamenteriyê hêj tam derbasî pergala serokkomariyê nebûye. Bingeha sazîbûna pergala Serokomariyê nehat rûniştandin. Xuya ye ku bi betalkirina hilbijartina Stenbolê wê rageşiya siyasî berdewam bike."  Ozilhan, di axaftina bi kurtasî kir de zêde qala têgehên demokrasî, serxwebûna darazê, serdestiya hiqûqê, azadiya raman û îfadeyê, jiyana hevpar kir. Tirkiye ji 2007'an heta niha 14 caran çûye ser sindoqan. Lê tu carî hilbijartin ji rojevê derneketiye. 
Her diçin Rezervl dihilin. Hêza ku gel gavan bavêjin kêm dibe. Welatiyên Tirk ji Lîrayê Tirk direvin. Tirkiye di reqabeta kurevî de her diçe xwînê winda dikin. Di enflasyonê de em di rêza 121'an de ne. Di serxwebûna darazê de em di rêza 111'an de, di mile lêgerîna heq û darazê de di rêza 109'an de, di azadiya çapemeniyê de di rêza 129'an de nin. Ji bo aborî baş bibe divê perguala heq, hiqûq û edaletê rast bibe." 
 
Tirkiye xwedî potansilelek pir mezin e. Ji ber vê yekê dema em dibêjin aborî, em ê gotina xwe ya demokrasî û serxwebûna darazê, mafên mirovan berdewam bikin. Em vê erkê ji rêziknameya TUSİAD'ê digirin. Em dixwazin xala armancê ya rêziknameya me bibîr bixin. 'TUSÎAD, armanc dike ku mafên mirovan ên gerdûni biparêze. azadiya bawerî, ramanê biparêze. Dîsa dewleta heqiq û laîk ku feraseta demokrasiyê diparêze, aboriya lîberal û piyaseya bi reqabet esas digire û armanc dike ku li gorî ve yekê pergalek civakê bê avakirin."