Gundiyan ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe firotin

img

COLEMÊRG - Ligel ku 15 meh di ser gotina Serokkomar Erdogan a “Dê qedexeyên zozanan rabin” re derbas bûn jî, hîna bi sadan zozan qedexe ne. Gundiyên ji Colemêrgê yên necar man ku ji ber qedexeyên zozanan, sewalên xwe bifiroşin, xwestin êdî zozan azad bin. 

Serokkomar Tayyîp Erdogan, di kongreya partiya xwe ya Colemêrgê ya di 23’ê Kanûna 2017’an hat lidarxistin de, diyar kiribû ku dê “Qedeyên zozanan rabin.” Lê ligel ku 15 meh derbas bûn jî, hina bi sedan zozanênli herêmê qedexene. Êdî sewalkarî û çandiniya herêmê ber bi tunebûnê ve diçe. Gundiyên ji ber qedexeyên zozanan, necar man ku sewalên xwe bifiroşin, xwestin ku hikumet dawî li qedexeyan bîne. Gundî dixwazin êdî zozanên wan azad bin û sewalên xwe bi awayekê azad bibin zozanan. 
 
'BILA ZOZAN AZAD BIN’
 
Welatiyê binavê Haci Yaşar ê li gundê Pîran dijî û debara xwe bi pez dike, diyar kir ku divê qedexeyên li zozan û goman rabin û wiha axivî: “Em dixwazin êdî zozanên me azad bin û bi awayekê azad sewalên xwe bibin zozan û mêrgên xwe. Hemû debara me li ser sewalkariyê ye. Bi taybetî îsal me pir zorî dît. Befir pir zêde bû û êmê sewalan xelas bû. Ev nêzî mehekê ye, li gund qet giha nemaye. Ji ber vê em ji gund derketin û hatin geliyê Erzîkî. Ger îsal  jî qedexe ranebe, emê dê sewalkariyê nekin.” 
 
Giyasettîn Yaşar jî, bal kişand ser zehmetiyên sewalkariyê yên li herêmê zêde bûne û wiha bilêv kir: "Sala bûrî, ji ber qedexeyan, me nekarî em biçin zozanên xwe jî. Ji ber vê em necar dimînin ku mihên xwe di havînê de, di vî gelî de bidin çêrandin. Ger îsal qedexe ranebin, êdî emê nekarin sewalkariyê bikin."
 
‘GER QEDEXE RABE, WÊ BIHAYÊ GOŞT JÎ KÊM BIBE’
 
Emîn Yaşar jî, da zanîn ku ger qedexe berdewam bikin, ewê di demên pêş de nekarin sewalkariyê bikin û wiha got: “Ger qedexeyên li zozan û mêrgan rabin, dê bûhayê goşt jî kêm bibe. Lê ger qedexe ranebin emê jî dest ji sewalkariyê berdin. Hemû aliyên herêmê qedexekirine. Kes nikare bi vî awayî sewalkariyê bike. Em dixwazin demildest ev qedexeyên heyî rabin.” 
 
MA / Hamza Gunduz