Esnafên bazarê: Fiyetên zebze û fêkiyan û fiyetên zêran ketine ber hev

img

AMED - Esnafên bazarê diyar kirin ku meha di meha Remezanê de jî kar tune ye û got: "Fiyetên zbze û fêkiyan û fiyetên zêran ketine ber hev." 

Krîza aborî ya ku her diçe kûrtir dibe, tesîreke zêde li esnafên bazarê û welatiyan dike. Ji ber bihabûnê êdî kes xweşikî nikare zebze û fêkiyan jî bikire. Li Bazara Semtê ya Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, welatiyan diyar kir ku ew dest vala ji bazarê vedigerin malê. 
 
‘ŞEBEŞ JI ÎRANÊ TÊ' 
 
Esnaf cemal Akçîçek, bilêv kir ku her diçe hejmara mirovên tên bazarê kêmtir dibe. Akçîçek, diyar kir ku par wan ji halê kîloya çîlekan bi 4 lîreyan dikirî niha bi 8 lîreyan dikirin. Akçîçek, anî ziman ku ji ber bihabûnê kes tiştekî nakire û got: "Par kîloya mûzan bi 5 lîreyan bû, îsal bi 10 lîreyan e. Ma wê gel çawa bikire?" Alçîçek, diyar kir ku ew li bazarê kîloya çîlekan bi 12 lîreyan difiroşin, kîloya erûkan bi 6 lîreyan û kîloya şebeş jî bi 4 lîreyan difiroşin û got: "Hefteya borî kîloya şebeşan bi 2 lîre û nîvan bû. Şebeşên li bazarê hemû ji Îranê tên. Kîloya petêxan bi 10 lîreya ye." 
 
Akçîçek, diyar kir ku di 6-7 mehên dawî de her tişt bihatir bûye û got: "Mirov hefteyekê tên bazarê 3 hefteyan birçî dimînin. Ez fêkiyan difiroşim, lê nikarim bixwim. Êdî em bi hesreta nanekî ne. Kar tune ye, lê kes li vê rewşê napirse." 
 
‘DAWIYA DAWÎ EM Ê KEVIRAN BIXWIN' 
 
Sûna Çetînkaya ku ji bo alvêrê hat bazarê, diyar kir ku bi 5 lîreyî hatiye bazarê lê tenê firingî, xiyar û îsot kirîne. Çetînkaya, anî ziman ku wexta welatî çav li fiyetan dikevin destvala berê xwe didin malê û ji bo mirov li bazarê alvêreke baş bike herî kêm divê bi 200 lîreyî bê. Çetînkaya, destnîşan kir ku êdî nikarin zebze û fêkiyan bixwin û got, wisa xuyaye dawiya dawî ew ê keviran bixwin. 
 
Suleyman Yilmaz ku li bazarê fêkiyan difiroşe got: "Wexta çîlek bieciqe, derbeyekê bixwe û avê bigire nayê firotin. Dibe êvar em wan davêjin. Wexta em ev qasî zêde nekirin em nikarin ji halê bi erzanî bikirin. Êdî li bazarê tiştek ji me re namîne. Lê em mecbûr in bixebitin. Ji bo em zirarê nekirin em mecbûrî bi heqê kirînê difiroşin." 
 
Yilmaz, diyar kir ku meha Remezanê hatiye lê hîn jî rewşa bazar baş nebûye û got: "Êdî fiyetên zebze û fêkiyan û fiyetên zêran ketine ber hev. Gel bi rojî ye, dixwae fêkiyan bikire lê belê tenê ji bo tahmijandinê dikire. Par 3 kes li ba min dixebitîn. Niha bi tena serê xwe me. Nikarim heqê karkeran bidim." 
 
Mûharrem Koyûncû ku li bazarê petat û pîvazan difiroşe, diyar kir ku ew petatan bi 4 lîreyan dikire lê belê bi 4 lîre û nîvan difiroşe. Koyûncû, got: "Hilberîn enmaye. Krîzek mezin heye. Her kes bi fiyetên pîvaz û petatan dizane. Welatî tên li fiyetan dipirsin û diçin. Me got belkî di meha Remezanê de erzan bibin, lê biha bûn. Em nikarin tiştekî bifiroşin. Ma wê ev heta kengî wisa dewam bike?"