Hacay Yılmaz: Pîneyê vê pergalê bi komkujiya Soma vebû

img

MANÎSA - Nûnera Dev Maden-Sen a Herêma Egeyê Hacay Yilmaz, diyar kir ku sedema serbestberdana berpirsê Komkujiya Soma Can Gurkan kêmasiyên muxalefetê ye û wiha got: “Doza Soma carek din nîşanî me da ku têkoşîna karkeran a bi edalet dikare bi ser bikeve." 

 
Di dîroka Tirkiye de komkujiya karkeran a herî mezin û bi tirs komkujiya Soma ye. Nûnera Sendîkaya karkerên Kargerî û Lêgerîna Madenê ya Şoreşger (Dev Maden-Sen) a Herêma Egeyê Hacay Yilmaz, bertek nîşanî berdana berpirsê komkujiya Soma Can Gurkan da. Yilmaz, sekna sendîkayê ya ku li pêş komkujiya 301 karkeran nebû asteng û şahidiya gedanên piştî komkujiyê anî ziman. Yilmaz, bal kişand ser arizîkirina Saziya Karkergiya Komirê a Tirkiye (TKİ) û wiha axivî: "Arizîkirin li pêş ewlehiya kar û tenduristiya karkeran gefek gelek mezin bû. Herî zêde karkerên komirê ku di bin şertên gelek giran de kar dikin ketin bin bandora arizîkirinê. Li Soma sermaye-devlet û Sendîkayên Karkerên Madenê yên Tirkiye bi hevre dixebitin. Piştî komkujiyê ev hevkariya wan a bi hevre derket holê. Çawa ku di kazaya Susurlukê de têkiliya polîs û mafya derket holê, di komkujiya Soma de jî her tişt aşkere bû. Di kana Soma de heta nûnertiya kar yên li ser navê sendîkayê biryar didan patronê kar bû. Ev nîşan dide ku komkujiya Soma ne qeza ye, li pêş çavan û aşkere pêk hatiye. Ev di encama arîzîkirin û taşaronê de pêk hatiye. Demek dirêj e wekî Sendîkaya Dev Maden-Sen'ê me lmi Soma xebatên rêxistinbûnê dimeşand. Me dizanîbû ku piştî taşeronbûn û arizîkirinê wê li Soma komkujî pêk bê. Ji ber ku arizîkirin û taşeronkirin şertê herî barbar ê kapitalizmê ye. Me dikaribû bi propagandayê dengê xwe li Soma bilind bikin, lê li hemberî me sendîkaya ku bi dewlet û patronan re bûye yek hebû. Mixabin me me hêza ku vê rewşa heyî hilweşîne komî ser hev nekir." 
 
Yilmaz, şahidiya xwe ya komkujiya Soma ya 13'ê Gulanê wiha vegot. "Em wekî nûnerê Dev Maden-Sen ê herêmê li wir bûn. "Bi rojan ez ji kanê qut nebûm. Wê şevê Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz li avahiya îdarî rûniştibû û hesabê dê çiqas çenaze biçin kijan gundî dikir. Ez heyetek ku di navde parlamenterên HDP'ê jî hebûn çûn hevdîtinê. Agahiyên ku me kom kirin me bicemaweriya cîhanê re parve kir. Pirsgirêka herî mezin a li Soma arizîkirin û karê taşeroniyê bû. Piştî komkujiyê karkeran û cemaweriya demokratîk bertekên zede nîşan dan. Me wê demê dixwest kana ku arizî kirine dîsa bidin cemaweriyê. Me xwestibû mafê hemû karkeran bê parastin û kanê dîsa dewrî Lijneya Karê Komirê ya Tirkiye bikin. Em hêj li pêy vê daxwazê ne. 
 
‘GER KU MUXALEFET HEBÛYA WÊ LI GURKAN CEZAYÊ HEQ KIRIBÛ DABÛNA 
 
Yilmaz, helwesta heza muxalif jî rexne kir û destnîşan kir ku ger muxalefet hebûya û li dijî vê komkujiyê sekna xwe nîşan dabûya wê karsaz û patron Can Gurkan ê serbest hat berdan, rastî cezayê heq kiribû bihata û cezayê heq kiribû bistenda. 
 
MA / Sevda Aydın