Li Şirnexê hezan: Karkerekî jiyana xwe ji dest da

img

ŞIRNEX – Li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê di kaneke komirê de hezanê rû da û karkerekî jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.

Li herêma Çiyayê Cûdî ya  Şirnexê di kaneke komirê ya nêzî gundê Avgamasiya de hezanê rû da. Piştî hezanê rû da, gelek ambûlans sewqî herêma kanê kirin. Hat ragihandin ku di hezanê de karkerê bi navê R.O jiyana xwe ji dest daye û karkerê bi navê K.S jî birîndar bûye. Hat diyarkirin ku cenazeyê karkerê jiyana xwe ji dest daye bi ambûlansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.