Aborinas Sonmez: Ev bendav wê hilweşe

img

ENQERE – Aborînas Mustafa Sonmez, bandora betalkirina hilbijartina Stenbolê ya li ser aboriya Tirkiye nerxand û wiha got: “Ji vê saetê û şûnde dibe abori ji kontrolê derkeve. Her çend faîzê zêde bikin û zêdebûna Dolar kontrol bikin jî li vê bendavê av nabe gol. Wê ev bendav hilweşe." 

 
YSK'ê piştî hilbijartina Stenbolê betal kir, nirxên Dolaran a li hemberî TL zêde bû. Tekildarî bandora betalkirina hilbijartina Stenbolê ya li ser aboriya Tirkiye, Aborînas Mustafa Sonmez nirxandin kir. Sonmez, anî ziman ku li gel rewşa aboriya xerab dîsa AKP’ê ji bo Stenbolê bistine hilbijartin betal kir û wiha got: "Ev biryara betalkirina hilbijartinê wê bandorek hişk li ser aboriyê bike. Ev bend êdi avê nagire û bendav wê hilweşe. Piştî biryara YSK'ê dolar dîsa rabûn. Heta niha hikûmetê bi faîza TL rê li pêş zêdebûna Dolaran digirt. Lê êdî ev zêde fêde nake. Êdî di vê bendavê de av nabe gol. Ev bendav wê hilweşe. Ji bo rê li pêş zêdebûna dolar û euro bigire divê faîza TL zêde bike. Ger ku faîzê zêde neke wê dowîz zêde bibe. 
 
MA / Selman Guzelyuz