Berxwedana karkerên SÎBAŞ'ê ya li dijî kedxwariyê didome

img

ÎZMÎR - Li navçeya Soke ya Aydinê ji ber endamên sendîkayê bûn 81 karker ji SÎBAŞ Gidayê hatibûn avêtin. 130 roj in karker li ber xwe didin û danişîna doza wan a ji bo vegera ser kar wê di 28'ê Gulanê de pêk bê. 

Li Soke ya Aydinê, 81 karkerên li fabrîkaya SÎBAŞ Gidayê dixebitîn ji br endamên sendîkaya Tek-Gida-Îş'ê bûn ji kar hatibûn avêtin. Karker, 130 roj in li ber xwe didin. Ji bo vegerin ser karê xwe serî li Dadgeha Cezayê Asliye ya Sokeyê dan. 
 
'JI BO KEDA XWE EM LI VIRA NE' 
 
Meral Yildiz (28) ku nêzî 7 salan li fabrîkayê xebitî û di 27'ê Sibata 2018'an de ji ber endama sendîkayê bû ji kar hat avêtin, destnîşan kir ku heta ew heqê xwe bi dest nexin ew ê li ber xwe bidin û got: "Di 28'ê Gulanê de danişîna me heye. Em di berxwedana xwe de bibiryar in. Em bawer dikin ku em ê li dadgehê bi ser biekvin. Xema me ne pere ne. Sedema me ya li vira karê me û keda me ye." 
 
‘KONÊ BERXWEDANÊ BÛ MAL Û DIBISTANA ME' 
 
Dîlek Turkol ku bi heman awayî ji fabrîkayê hat avêtin, diyar kir ku 18 salan xebitiye û got: "Wexta li vê fabrîkayê min dest bi kar kir 16 salî bûm. Bi salan bê sîgorte xebitîm." Turkol, bilêv kir ku her roj ew û zarokên xwe tên konê li ber fabrîkayê û got: "Ev der êdî bûye mal û dibistana me ya duyem. Em tên vira û em nîqaşan dikin ku em ê çawa bikaribin dengê xwe bilintir bikin. Em di baranê de, di heriyê de jî li ber xwe didin. Eger daxwaza me neyê qebûlkirin vê carê em ê biçin ber SÎBAŞ'ê li ber xwe bidin." 
 
PÊŞENGÊ BERXWEDANÊ JIN IN 
 
Halîme Ûlûtaş ku 4 salan li fabrîkayê xebitî û ji kar hat avêtin, destnîşan kir ku li her derî jin dibin pêşengê berxwedanê. Ûlûtaş, diyar kir ku dadgeh çi biryarê dide bila bibe lê ew ê li ber xwe bidin û got: "Di dozê de em bi ser bikevin jî wê patron perê me bide, lê em ê nikaribin vegerin se rkarê xwe. Lê em doza karê xwe dikin. EM ê tu carî dev ji berxwedanê bernedin." 
 
MA/ Esra Solin Dal