Remezan hat, lê...

img
WAN – Esnafan bi hatina meha Remzanê, berhemên ji bo vê mehê li ser dezgehan bi cih kirin. Ji van berên ku herî zêde di Remazanê de tên xwarin tihîn û dims in. Lê ji ber fiyetên wan bihane kes nikare bikire. 
 
Bi hatine meha Remezanê re, berên ku di vê mehên de pir tên xwarin li ser dezgehan hatin bicihkirin. Lê belê ji ber bihabûnê kes niakre xweşikî tiştekî bikire. Kîloya zeytûnan di navbera 11-20, kîloya helawê 22-25, sê kîlo rîçal di navbera 16-20, pênc kîlo turşî di navbera 15-20, pênc kîlo rûn 32 û pênc kîlo şekirê çayê 20-25 lîre ye. Lê belê ji van beran ku herî zêde di meha Remezanê de tên xwarin tihîn û dims in, lê belê ji ber biha ne kes nikare bikire. Kîloya tihînê 24-27 û kîloya dimsê jî 18 lîre ye. 
 
JI BO SIHOR Û FITARIYÊ NIKARIN TIŞTEKÎ BIKIRIN 
 
Welatiyê bi navê Ferzender Aşkan, got: "Ji ber krîza aborî êdî em nizanin em ê çi bikin. Gel perîşan bûye. Ne kar heye, ne jî derametek. Şivanî jî bi destê min bikeve ez ê bikim, lê ew jî bi dest nakeve." Aşkan, diyar kir ku berê wan karibû lazmatiyên xwe yên ji bo Remezanê bikire û got: "Berê em diçûn gund û me meha Remezanê li wir derbas dikir. Berê kar hebû, lê niha kar jî tune ye." 
 
Mehmet Sidik ku 20 sal in esnaftiyê dikir, diyar kir ku îsal beriya Remezanê halê piyaseyê ne tu hal e û got: "Ji ber krîza aborî mirov nikarin lazmatiyê xwe bikirin. Herî zêde tihîn û dims tê xwarin lê belê îsal jis edî 50 biha bûne. Ji ber bihabûnê kes nikare tiştekî bikire." 
 
Îbrahîm Taşkin jî, diyar kir ku ji ber krîza aborî nikare ji bo meha Remezanê tiştekî bikire û got, sedema vê krîzê polîtîkayên hikûmetê ne.