'Zebze difiroşim lê nikarim zebze bibim mala xwe'

img

ERZIROM - Li Erziromê welatiyan diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî nikarin gepek nan jî bibin mala xwe. Mehmet Kaya, got: "Ez zebze difiroşim, lê ji ber zebze biha ye nikarim bibim malê. Li ber mirovan digerim ku kîloyek firingî bikirin da ez jî êvarî nan bibim mala xwe." 

Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî êdî welaatî nikarin debara xwe bikin. Li Erziromê welatiyên di karên cur bi cur de diebitin, destnîşan kirin ku ji ber krîza aborî nikarin nan jî bibin mala xwe. 
 
'HER DIÇE XIRABTIR DIBE' 
 
Sînan Guneş (35) ku fêkî û zebze difiroşe, got: "Krîza heye. Kes nikare bêje krîz tune ye. Ez ji sibehê heta êvarê disekinim, lê kes tiştekî nakire. Çimkî ji ber krîza aborî rewşa welatiyan nebaş e. Her diçe rewşa welat xirabtir dibe." 
 
Recep Can ku par Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Ataturkê kuta kir, ji ber nehatiye tayînkirin li ber Mizgefta Lala Paşa tabloyan difiroşe. Can, got: "Ji ber nayên tayînkirin tabloyan difiroşim." 
 
HEQÊ KEDA XWE NASTÎNIN 
 
Karkerê înşeatê Ahmet Yanik jî, diyar kir ku ji ber krîza aborî kar tune û betal in. Yanik, got: "Ji ber krîza aborî kar bi destê me nakeve, wexta bi destê me dikeve jî kes pereyê me nade. Heqê keda me nadin me. Tu ewlehiya me tune ye. Muteahîd, ji dêvla heqê sîgortaya me razînin diçin ên dê, bav û birayên xwe radizînin. Bi her awayî em mexdûr in û tên mexdûrkirin." 
 
Reîs Demîr ku li Keleha Erziromê dixebite, destnîşan kir ku her diçe krîza aborî krûtir dibe û ji ber vê kar bi destê kesî nakeve. Demîr, diyar kir ku divê hikûmet çareyekê bibîne û got, êdî nikarin nan bibin mala xwe." 
 
'JI BO KÎLOYEK FIRINGÎ BISTÎNIN LI BER WAN DIGERIM' 
 
Mehmet Kaya ku zebze difiroşe, got: "Ez zebze difiroşim, lê ji ber zebze biha ye nikarim bibim malê. Di bêrîka mirovan de pênc qurîş pere tune ye. Kar tune. Ji sibehê heta êvarî li ber vê tableyê disekinim. Wexta mirov çav li fiyetên firingiyan dikevin direvin. Li ber mirovan digerim ku kîloyek firingî bikirin da ez jî êvarî nan bibim mala xwe."