Bi sedhezaran kes qîr kir: Ne tecrîd em jiyanê diparêz in

img
STENBOL – Li Stenbolê Mitînga 1’ê Gulanê ya bi beşdariya  sed hezaran pêk hat bi dawî bû. Karker û kedkaran li qadê birçîbûn, feqîrî, kar, ked, nan, azadî, hiqûq û demokrasiyê anîn ziman. 
 
Li Stenbolê bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB, Odeya Bijîşkan 1’ê Gulanê Cejn a Karker û Kedkaran bi beşdariya sed hezaran karker, kedkar û welatî mitîng hat lidarxistin. Mitînga bi dirûşma “Ji bo kar, edalet û azadiyê em biçin 1’ê Gulanê” pêk hat bi dawî bû. Bi sedhezaran kes ji bo mafên xwe daxwazên xwe qîr kirin. 
 
ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ SILAV KIRIN 
 
Koma Vardiya ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê devên xwe bi maskeyan girtin û derketin ser dikê û pişt re stranên xwe gotin. Komê silavên xwe ji Leyla Guven û girtiyan re şandin û li qadê bi sedhezaran kêliyek dirêj li çepikan dan. 
 
ÎMAMOGLU BEŞDARÎ MITÎNGÊ BÛ 
 
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu derket ser dikê û axaftinek kir û cejna karker û kedkaran pîroz kir. 
 
TEMELLÎ Û BULDAN GIRSE SILAV KIRIN 
 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî laçikên spî xistin stûyê xwe û derketin ser dikê û girseyê silav kirin. 
 
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’ 
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu axivî û got: “Serweriya kesên Qada Taksîmê ji karekeran re girtin helbet wê bê hilweşandin. Em ê Qada Taksîmê dîsa bi dest bixin û em ê cejnê li wir pîroz bikin. Em ê li dijî her cûre pêkanînên neheq û tundewar bêdeng nemînin. Em ê li dijî kesên îradeya gel tune dihesibînin bêdeng nemînin. Siboroja aramî û aştiya vî welatî em in.” 
 
‘KEDKAR WÊ JIYANÊ BIAFIRÎNIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen jî axivî û got: “Welat gav bi gav ber bi aloziyên nebaş ve diçe. Em dixwazin di nava laîk, demokratîk, aştiyê de wekhev û azad bijîn. Em kedkar dê şertên di nava jiyanek aştiyane û azad de ku bijîn biafirînin. Em ê siberojên ronî bi hevgirtina têkoşîna ked û demokrasiyê ava bikin.” 
 
‘QEYÛMÊN WAN BI SER NEKETIN’ 
 
Serokê Giştî yê TMMBO’ê Emîn Koramaz jî anî ziman ku ew ê li dijî tehdîtên AKP’ê serê xwe netewînin û xwestin welat bi KHK û qeyûman birêve bibin lê bes bi ser neketin. 
 
‘LI DIJÎ MIRINAN MIL BIDIN MILÊ HEV’ 
 
Serokê Giştî yê TTB’ê Sînan Adiyaman jî got li dijî mirinek ku li welat ne adilane pêk tê mil bidin milê hev û li dijî hemû pêkanînên xerab derkevin. 
 
‘MIRIN PEK WERIN AKP BERPIRSIYAR E’ 
 
Pişt re Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Stenbolê metna hevpar a bi kurmancî xwend. Metna tirkî jî kedkar Hasan Oguz xwend. Di metnê de hat gotin yên îradeya gel didizin dizek in û li dijî bêdengiya grevên birçîbûnê li qada 1’ê Gulanê bang dikin û kesek jiyana xwe ji dest bide berpirsiyarî ya AKP’ê ye. Di metnê de hat diyarkirin ku ew mirinê naxwazin û berevajî vê dixwazin jiyanê biparêzin û tecrîd sûcek mirovahiyê ye. Di metne de hat gotin hemû hêzên demokrasiyê li cem Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û girtiyan cih digirin û jin bi dirûşma “Bedena me nasnama me ye û ked ya me ye” qîr dikin. Di metnê de hat destnîşan kirin li dijî talankirinê dê jiyanê biparêzin û her dever ji bo wan Taksîm û berxwedan e. 
 
Piştî axaftinan mitîng li ber stranên hunermendan bi dawî bû.