TUÎK: Di salekê de 1 milyon û 259 hezar kesên betal zêde bûn

img

ENQERE – Saziya Îstatîstikan a Tirkiye (TUÎK), rapora çile ya 2019'an a betaliyê bi raya giştî re parve kir. TUÎK'ê diyar kir ku di çileya 2019'an de betalî ji sedî 14.7 zêde bûye. Betaliya li dijî çandiniyê ji sedî 16.8  zêde bûye. Li gorî daneyên TUÎK'ê di salekê de 1 milyon û 259 hezar kesên betal zêde bûne. 

 
Lijneya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUÎK) rapora betaliyê ya meha çile ya 2019'an aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiye  li gorî sala par îsal 1 milyon û 259 hezar kesên betal zêde bûne. Hêjmara betaliyê li Tirkiye gihiştiye 4 milyon û 668 hezar kesan. Rêjeya betaliyê 3,9 puan zêde bûye. Li Tirkiye rêjeya betaliyê gihiştiye ji sedî 14,7'an. Betaliya li dijî çandiniyê ji sedî 16.8  zêde bûye.