Aborîzan Muftuoglû: AKP nikare ji derheqê krîza aborî derkeve

img

STENBOL – Aborîzan Ozgur Muftuoglû, destnîşan kir ku sedam krîza aborî ji ber polîtîkayên AKP'ê pêk hatiye û bi vê îktîdarê ne mimkun e ku Tirkiye ji krîzê xelas bibe, berkesê wê her biçe wê krîz kûrtir bibe. 

Aborîzan Ozgur Muftuoglû, krîza aborî ya Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku bi AKP'ê çareserî ne pêkan e. 
 
Muftuoglû, bilêv kir ku AKP'ê hewl daye beriya hilbijartina 31'ê Adarê tesîra krîzê di asteke mînîmîm de bihêle lê belê ji zexîreyan bigire gelek tişt biha bûne. Muftuoglû, anî ziman ku ji ber polîtîkayên 17 salên îktîdara AKP'ê ji ji ta û derziyê bigire heta pîvaz û genim her tişt ji derve tê. Muftuoglû, diyar kir ku ji ber pîşesaziya çandiniyî hatiye tasfiyekirin gelek kes ber bi bajarên mezn ve koç dikin û got: "Ji bo kesên koçî bajaran dikin jî qadên îstihdamê nehatine peydakirin. Ji ber zêdebûna bêîstikarraiya aborî û siyasî, xizanî zêde bûye, ev yek etsîr li bazarê û sermayeyê kiriye. Herî dawî gelek fîrmayên biyanî yên wekî Hondayê dev ji Tirkiyeyê berdan. Her ku krîz kûrtir bibe wê şert û mercên xebatê jî xirabtir bibin." 
 
‘ÇARESERÎ NE MIMKUN E' 
 
Muftuoglû, diyar kir ku îktîdara AKP'ê nikare krîzê çareser bike û got: "Rêveberiya aboriyê ya radestî zava Berat Albayrak hatiye kirin, ne dikare li gor pêdiviyên civakê ne jî dikare li gor polîtîkayên kûrewî tev bigere, tenê hewl dide temenê îktîdara AKP'ê dirêj bike. Lê ne bawer im bi darê zorê êdî temenê îktîdara xwe dirêj bike. Sedema ku AKP 17 sal in îktîdara, ji ber qelsbûyîna muxalefetê ye. Di serî de partiya muxalefetê ya sereke CHP û muxalefetên din heta li hemberî AKP'ê polîtîkayeke alternatîf dernexînin holê wê îktîdara AKP'ê dewam bike." 
 
‘WÊ HILBIJARTIN KRÎZÊ KÛRTIR BIKE' 
 
 
Muftuoglû, diyar kir ku tevî hemû derfetan jî di hilbijartinê de îktîdar li Amed, Mêrdîn, Qers, Enqere û Stenbolê winda kiriye û ji ber Stenbol çavkaniya aborî ya AKP'ê ye, ji bo winda neke çi ji dest tê wê bike. Muftuoglû, bilêv kir ku lê belê eger li Stenbolê hilbijartin ji nû ve pêk bê wê krîza aborî kûrtir bibe. 
 
MA / Ferhat Çelik