Welatiyên betal ên Wanê: Hikumet berpirse

img

WAN - Di nava bajarên herî zêde betal lê tijene bajarê Wanê ye. Welatiyên belat, diyar kirin sedema vê tenê heskirina meqamê ye û berpirsê vê hikumeta AKP’ê ye. 

Li welat her roja diçe krîza aborî kûrtir dibe û betalî zêdetir dibe. Kardêr ji ber krîza aborî karkeran ji kar derdixin. Li gorî daneyên Desteya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK); di nava salekê de hejmara welatiyên betal mîlyonek û 11 hezar zêde bûne û ev hejmar derketiye 4 mîlyon û 302 hezar kesan. Dinava bajarên herî zêde betal lê tije bûyîn de bajarê Wanê tê. Li Wanê bi hezaran kesên betal, ji vê rewşê hikûmet û polîtîkayên wê berpirs dibînin. 
 
‘SEDAMA BETALBÛNÊ EV HIKUMETE’
 
Welatî Hikmet Maşallah ê bi mehane betal, wiha gazincên xwe anîn ziman: “Ez betalim. Dema ku nikarim nan bibim malê, dinava  malbatê de acizî derdikeve. Em ne nezaninn. Ez 40 salîme. Sema vê betaliya me jî hikumet û polîtîkayên bi rêve dibe ye.” 
 
DEMÊ XWE LI SALONÊN OKEYAN DERBAS DIKIN 
 
Engîn Kiyak jî, anî ziman ku dem bi dem diçe Stenbolê û di înşaetên de dixebite û wiha got: “Li tu cihî kar tuneye. Ez nû ji Stenbolê hatim. Êdî kar rawestiyaye. Li her cihî salonên okey û qehwexane tijene. Perê kesekê nîne ku xwarin bixin. Loqante valene. Sedama vê yekê heskirina qoltixe.”
 
'KESÊN DIÇIN KAR, DEST VALE PAŞVE VEDIGERIN’
 
Yemek Kizil jî, bal kişand ser bihabûna fêqî û zerzewatan û wiha bilêv kir: “Rewş qet ne başe. Bêkarî û betalî pir zêde bûye. Kesên ji bo kar diçin Stenbol, Enqere û Bûrsayê dest vale paşve vedigerin. Ji ber ku kar tuneye. Di karên li Wanê de jî, penaberên Sûriyeyî û Afganîstanî, bi heqdestek kêm tên şixulandin.” 
 
‘CIWAN HAVÎNÊ MEMLEKETÊ XWE TERK DIKIN’
 
Ûmût Dûman jî, da zanîn ku tu hêviya wî ji pêşerojê tuneye û wiha bertekên xwe anîn ziman: “Ciwan havînê memlekete xwe terk dikin. Ez jî sala çûyî, çûm Antalya. Li wê derê şart û mercên kar pir zor û zehmet bûn. Bila ji me bihurekên jêr û jor çênekin. Bila ji me fabrîqeyan çêkin. Ji bo ku em jî di wan fabriqeyan de bixebitin.”
 
‘HER KU DIÇE BÊKARÎ ZÊDETIR DIBE’
 
Mehmet Alî Maşallah jî, anî ziman ku her ku diçe pirsgirêkên derbarê girantir dibin û wiha bilêv kir: “Êdî kes nikare debara xwe bike. Ez weke kardêrekê, êdî nikarim debara xwe bikim. Ez nikarim mûçeyê bidin xebatkarên xwe. Ev bi siyaseta tê bi rêveberin ve girê dayî ye. Ji ber vê ezê dengê xwe bidim HDP’ê.” 
 
Adîl Kapakli jî, dest nîşan kir ku li vî bajarî hemû kes betalin û got: “Koçe û kolanên Wanê bi betalan tijene. Ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe.” 
 
MA / Fazil Elçî