Aborîzan Sonmez: Piştî Nîsanê wê fatûreyeke giran derkeve holê

img
STENBOL – Aborîzan Mûstafa Sonmez diyar kir ku îktîdar beriya her hilbijartinê di warê aborî de hin sozan dide û got: "Lê belê wê di Nîsana 2019'an de fatûreyeke giran derkeve holê." 
 
Aborîzan Mûstafa Sonmez, halê dawî yê aboriya Tirkiyeyê nirxand. Sonmez diyar kir ku îktîdar beriya her hilbijartinê di warê aborî de hin sozan dide û got: "Lê belê wê di Nîsana 2019'an de fatûreyeke giran derkeve holê." 
 
'YÊ BIXISIRE WÊ DÎSA GEL BE' 
 
Sonmez, destnîşan kir ku îktîdar îktîdar bi noqteyên tanzîmê hewl dide rê li ber zêdebûna fiyetan bigire û got: "Hikûmet dibêje 'li dijî bihabûnê têdikşim.' Lê di hundurê wan konên dêwasa tenê çend qase hene. Li ser konan jî bi tîpên mezin nivîsandine, em li dijî enflasyonê têdikoşin. Ev hemû şov in û ji bo hilbijartinê ne. Wê bi tu awayî tesîrê li fiyetan neke. Her wiha zebze û fêkiyên li vir bi xisarê tên firotin û wê ev xisar li budeçyê bê nivîsandin. Yanî wê dîsa civak vê zirarê bide. Sedema zêdebûna fiyetan îhmalkirina çandniyê ye. Astengkirina çandinî û sewalvaniyê ye. Niha Tirkiye nikare xwe têr bike. Sedemên wê yên kûr hene." 
 
‘DERDÊ ÎKTÎDARÊ HILBIJARTIN E' 
 
Sonmez, bilêv kir ku îktîdar beriya her hilbijartinê di warê aborî de hin sozan die û got: "Derdê îktîdarê ne krîza aborî ye. Derdê wan ew e ku wê ji niha û pê ve çi bibe. Yanî naxwazin di hilbijartinê de têk biçin. Ji bo êk neçin dixwazin bi tiliyan hunguv têxin devên çinên bin. Îktîdar naxwaze di vê hilbijartinê de winda bike. Ji bo winda neke, hin tiştên divê neke dike. Yanî tiştên dikin ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî ye, berovajî vê girtina ser van pirsgirêka ye. Niha ji bo demeke kurt pirsgirêkan davêjin bin tejikê. Lê wê ji Nîsana 2019'an ve fatûreyeke pir giran derkeve holê."