Karkerên 21 rojin di grevê dene: Heta daxwazên me pêk bên greva me dê bidome

img

ÎZMÎR - Karkerên endamên Sendîkaya Dev Turîzm ÎŞ ên di Spor A.Ş. ya Şaredariya Karabaglarê de dixebitin, ji ber peymana TÎS'ê encam negirt 21 rojin ji bo parastina mafên xwe di grevê de ne. Karker Sadullah Ozmen, diyar kir ku heta daxwazên wan bê qebûlkirin dê çalakiya xwe berdewam bikin. 

Li navçeya Karabaglar a Îzmirê, karkerên endamên Sendîkaya Dev Turîzm ÎŞ a girêdayî DÎSK'ê yên di Spor A.Ş. ya Şaredariya Karabaglarê de dixebitin, ji ber peymana TÎS'ê encam negirt 21 rojin ji bo parastina mafên xwe di grevê de ne. Karker ji ber ku Peymana Karê Komî (TÎS) ya serdema duyemîn bi encam nebû, dest bi grevê kirin û 21 rojin di grevê de ne. Karker di nava 21 rojan de ketin nava hewldanên diyalogê yên navbera sendîka û karsazan, lê peyman pêk nehat. 22 karkerên ku 7 ji wan jin in. bi biryar di nava şert û mercên zahmet de çalakiya xwe berdewam dikin. 
 
22 karker Li Navenda  Çandê ya Ugur Mumcu, Qada Rekreasyon a Uzundere û Tesîsên civakî yên Parka Kara Fatma wekî garson, karkerê paqijiyê û kasiyer kar dikin. Karkeran xwest meaşê wan ê ku 2 hezar tl ye. bi hevkariya DİSK’ê derxin 2 hezar û 800 TL. Dîsa xwestin heqê wan ê rê, xwarin ê alîkariya civakî yê 200 TL û 4 hezar û 500 tl yên sala par mayî bê razandin. Lê Spar A.Ş ya Şaredariya Karabaglarê li şûna vê yekê xwest meaşê karkeran ji sedî 20 zem bike. Dîsa xwest heqê ji sala par mayî tenê 2 hezar û 500 TL razine. Daxwazên din jî qebûl nekir. 
 
DIVÊ GAVÊN ERÊNÎ BÊN AVÊTIN
 
Seroka Şaxa Dev Turizm Îşê ya Îzmirê Zohre Aksut, diyar kir ku nêzî 5 mehin hevdîtinên wan ên ji bo TÎS'ê berdewam dikin û Şîrket bi hinceta butçeya şaredariyê tune ye daxwazên wan red dike. Aksut, anî ziman ku 9 salin di tesîsên civakî de kar dike û her dem bi heqê herî kêm kar dikin. Aksut, anî ziman ku heta niha t heqê zema qidemê û mesaiyê nestendine û heta niha gavên erênî nehaetine avêtin. Dixwazin wekî ku em hilbijartinê dikin firsend û hişekê wîsa ava b.ikin. Şaredariyê di malbera xwe ya fermî de wekî ku 3 hezar û 600 TL  razandiye nîşan da. Li bin pê parvkirinê mirovan neheqî kirin. Lê tu karker heta niha nikarin pereyên xwe bigirin. Pereyê ku karker digirin Hezar û 903 TL ye. Tevî daxistinan heqê ku em distînin 2 hezar û 143 TL ye. 
 
HETA DAXWAZÊN ME PÊK BÊN 
 
Karker Sadullah Ozmen jî anî ziman ku 10 salin li tesisan kar dike û heta 2015 kêmî heqê herî kêm distend. Ozmen, anî ziman ku di 2015'an te bûn endamê sendikayê, lê rêveberî li dijî sendîkabûnê derket. Ozmen, anî ziman ku heta 2017'an pêvajoya dadgehê berdewam kir û piştî biryara darazê mafê xwe yê sendîkayî pêk anîne. Ozmen, da zanîn ku heta dadgehê biryar da derûniya wan xera bû û wiha got: "Piştî peyman bi dawî bû me xwest dîsa peymanê îmze bikin. Lê mixabin şaredariyê daxwazên me qebûl nekir. Heta ku daxwazên me pêk bên dê çalakiya me berdewam bike. "