Ev ne çopgeh e, Cobarê Bedlîsê ye!

img

BEDLÎS – Îktîdara AKP'ê, di her hilbijartinê de soz dide ku wê Cobarê Bedlîsê îsleh bike. Lê belê cobar qet nehatiye îslehkirin û niha veguheriye çopgehekê. Her wiha tesîreke neyînî jî li tenduristiya gel dike. 

Cobarê Bedlîsê ku di nav bajêr re derbas dibe, veguheriye çopgehê û bêhneke genî jê tê. Îktîdara AKP'ê, di her hlbijartinê de soz dide ku ew ê cobarê navbirî îsleh bikin, lê belê tu carî jî sozê xwe bi cih neaniye. Ji ber rewşa heyî, cobar tesîreke neyînî li tenduristiya mirovan dike. 
 
EWILÎ ERDOGAN SOZ DABÛ 
 
Erdogan, dema serokwezîr bû di mîtînga xwe ya Mijdara 2011'an de ji gelê Bedlîsê re gotibû: "Êîd Bedlîs vediguhere bajarekî modern. Înşelleh wexta em vî cobarê di nav bajêr re derbas dibe jî hel bikin, wê êdî her kes Bedlîsê nas bike. Çawa çêdibe ku li ser cobar xanî hebin." 
 
ŞAREDARIYA BDP'Î HEWL DE HEL BIKE LÊ... 
 
Di ser soza Erdogan re 3 sla derbas bûn, lê belê ne wezaretê ne jî şaredarî heta niha ji bo vê tu gav neavêtine. Piştî di sala 2014'an de şaredarî ket destê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), hewl da cobar paqij bike. Lê belê ev hewldanên wê di asta îhalekirinê de bûn, qeyûm jat tayînkirin. 
 
LI HOLÊ TU PROJE TUNE YE 
 
8 sal derbas bûn, lê AKP hîn jî cobar dike mijara xwe ya hilbijartinê. AKP'î, di hilbijartina 24'ê Hezîranê de careke din cobar xistibûn rojevê û li her derê wekî projeyeke nû be, projeya îslhekirinê bilêv dike. Parlementerê AKP'ê yê Bedlîsê Vedat Demîrsoz, di 6'ê Hezîrana 2018'an de careke din behsa projeya îslahkirinê kir. Demîroz, li ber kamerayan gotibû wan ji bo 100 milyon pere cihê kiriye. Lê belê piştî hilbijartinê tu geav nehatin avêtin. 
 
Niha heman cobar careke din bûye mijara hilbijartinê. 
 
MA / Selman Guzelyuz