Esnafên bazarê bêzar bûne: Dewletê em qedandin!

img

ÎZMÎR – Esnafên bazara li Bûcayê, bilêv kirin ku dewletê ew qedandine û dixisirin. Krîza aborî, her diçe kûrtir dibe. Esnafên Bazara Semtê ya Firatê ya navçeya Bûca ya Îzmîrê, destnîşan kirin ku rewşa bazarê û rewşa wan ne tu rewş e. 

TOPRAK: DEWLETÊ ESNAFTÎ JÎ QEDAND 
 
Ozkan Toprak (30) ku ji zarokatiya xwe li bazarê esnaftiyê dike, diyar kir ku her diçe hejmara kesên tên bazarê kêm dibe. Toprak, anî ziman ku kîloya mandalîn û pirteqalan bi 2 lîreyan difiroşin û rojê ancax 100 lîreyî qezenc dikin. Toprak, da zanîn ku 100 kîlo zebze û fêkî ji halê dikire, lê belê piraniya zebze û fêkî an di dest wî de dimînin an jî xera dibin. Toprak, destnîşan kir ku polîtîkayên hikûmeta heyî nikare ji derheqê krîza aborî derkeve û got: "Behsa bazarên tanzîmê dikin. Lê wexta li bazarên tanzîmê fêkî û zebze tên kirîn, xemeke wan a ji bo bacê û sotemeniyê tune ye. Dewlet her tiştî dide. Bila dewlet mesrefên me jî bide, em ê jî bi wî fiyetî bifiroşin. Gel tê bazarê, lê wexta çav li fiyetan dikeve adiz dibe. Êdî mirov nikarin fêkîiyan jî bixwin." Toprak, anî ziman ku dewlet kujerê esnafên biçûk e û esnaftî qedandiye. 
 
KUÇUK: NIKARIM TIŞTEKÎ JI TOMERÎFIROŞAN BIKIRIM 
 
Esnaf Erdofan Kuçuk ku li bazarê goran difiroşe, destnîşan kir ku hikûmeta heyî nikare welat bi rê ve bibe. Kuçuk, anî ziman ku par wî ji halê bi 10 lîreyan 10 heb gora dikirîn, lê belê niha bi 20 lîreyî dikire. Kuçuk, diyar kir ku ji kincan bigire heta fêkî û zebzeyan her tişt ji sedî sed biha bûye. Kuçuk, bilêv kir ku niha xweşikî tiştek di destê wî de namîne û êdî hatiye wê radeyê ku nikare ji tomerîfiroşan tiştekî jî bikire. Her wiha Kuçuk, bal kişand ser bazarên tanzîmê jî û got, ji bo hilbijartinê hatine vekirin û wexta hilbijartinê biqede wê ev bazar jî biqede. 
 
Esnaf Ferzende Denîz jî, anî ziman ku ji ber mazot biha ye nikare li nav baxçeyê xwe marolan biçîne. Denîz, destnîşan kir ku dewlet henekê xwe bi aqilê mirovan dike û sedema krîza aborî hikûmet bixwe ye. Denîz got: "Ji ber gubre, derman û mazot biha ye em nikarin tiştekî biçînin. Niha em marolekê bi 4 lîreyan difiroşin. Heta êvarî wexta 100 heb marol bifiroşim kêfxwe dibim. Lê dîsa jî heqê yewmiyeya mn dernaeve. Lê wexta em van tiştan bilêv dikin dewlet ji me re dibêje 'terorîst'. Diviya rojê min 60-70 marol bianiyana bazarê, lê 30-40 hebî tînim." 
 
Ayşe Ozkok ku bi 50 lîreyî hatiye bazarê lê belê nikaribûye tiştekî bikire. Ozkok got: "Hikûmet pesnê xwe dide û dibêje me meaşê kêmtirîn zêde kir. Lê wekî sedeqeyê dide ber mirovan. Yekê dide 5'an distîne. Hefteya borî fiyetê marolê 3 lîre û nîv bû, lê niha bûye 4 lîre. Mirov nikarin tiştekî bixwin, bi birçîbûnê tên terbiyekirin. Bi 50 lîreyî hatim, lê niha selika min vala ye û diçim malê. Ev rezaletî ye wekî din ne tu tişt e." 
 
MA / Rûken Demir