Esnafên Amedî: Emê dikanan bigirin û biçin mala xwe

img

AMED - Esnafên Amedî bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê dan û diyar kirin ku ji ber polîtikayên hikûmetê krîza aborî dijîn û êdî ji sermayeya xwe xerç dikin. Esnafan, anîn ziman ku ji ber zerar dikin êdî dê dikanên xwe bigirin û biçin mala xwe. 

 
Li Tirkiye krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Heta niha bi sed hezaran mirov betal in, bi hezaran karkergî, dikan û fabrîqe hatin girtin. Esnafên dikanên xwe vedikin jî zerar dikin û diyar dikin ku dê dikanên xwe bigirin. Herî zêde sektora înşaet û kargeriyên girêdayî înşaetê ji ber polîtikayên hikûmetê dikanên xwe digirin. Esnafên 2'yeamîn Sîteya Pîşesaziyê ya Amedê diyar kirin ku ji ber kar tune û zerar dikin wisa bidome, dê dikanên xwe bigirin û biçin malên xwe rûnên. 
 
Ostayê kaportayê maşîneyan Mehmet Şerif Şeker, diyar kir ku 2 salin karê wan rawestiya ye û wiha got: "Lêçûna av, ceyran, bacê heye, lê kar tune. Lêçûn ji hatinê zêdetir e. Krîza aborî bandorê li ser her kesî dike. Wisa bidome emê dikanê bigirin û biçin mala xwe. Ger ku îro êvaran nikarim nan bibim malê, sedema wê hikûmet e. Ger ku pereyê destê me biqede, emê ji neçarî dikana xwe bigirin. Dixwazin em biçin diziyê bikin." 
 
'YÊN DEWLEMEND QEZENÇ DIKIN YÊN XIZAN ZERAR DIKIN' 
 
Şeker, anî ziman ku hefteyê 3 hezar lêçûna wî heye û wiha got: "Welehî û bilehî ez qezenç nakim. Yên qezenç dikin kesên zengîn in. Yên xizan jî zerar dikin. Yên dibêjin 'Krîz tesîrê li me nake, kesên zengîn in. Krîz tesîrê li xizanan dike. AKP gel terorîze dike. Lê bila li halê gel binere ka çawa dijîn?" 
 
'ZAROK BIRÇÎ NE'
 
Welatî Abdurahim Fidancan ku ji bo taksiya xwe çêke hat sanayê jî bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê da û wiha got: "10 hezar deynê min hene. Min 850 lîra heqê tamîrê deyn kiriye. Qezenca texsiyê ez didim mazot û bacê. Dema ez krêdê dikişînim jî nikarim heqê krêdî bidim. 3 salên dawî halê me ne tu hale. Welehî bilehî zarok birçî ne. En hin caran nan dibin malê û hin caran em dest vala diçin malê. Em nikarin bertekên xwe jî bînin ziman. Yên bertekên xwe tînin ziman tên girtin." 
 
'KRÎZÊ KOKA ESNAFAN QELAND' 
 
Esnaf  Sedat Alyum jî anî ziman ku êdî kar nemaye û wiha got: "Êdî esnaf hatine asta îsyanê bikin. Em êdî ji sermayeya xwe xerç dikin. Ev heta kengî bidome nizanim. Lê wisa biçe emê dikanên xwe bigirin û biçin malên xwe. 
Alyum, polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: "1'ê dide me, 10'an ji me distîne. Ji ber vê yekê kes naxwaze tiştekî ji wan bixwaze. Ger ku em krêdiya wan nedin jî vê carê me tên girtin û me davêje hepsê." 
 
Yildirim Ozyardimci ku 12 salin esnafiyê dike jî anî ziman ku lêçûna wî ji hatina wî zêdetir e û wiha got: "Her diçe rewşa aorî bêtir xera dibe. Esnaf her diçe karê xwe biçûk dikin. Karkeran ji kar derdixin. Ji ber kar tune ji sibê heta êvarî li cihê kargeriyê rûdinên. Wisa bidome emê kargeriyê bigirin. Esnaf êdî nikarin krêdî jî bistînin. Nikarin bacên xwe bidin Ez niha 6 karkeran didim xebitandin. Lê wisa bidome ezê wan ji kar derxim." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç - Ozgur Paksoy