Li Dîlokê, pîşesaz ji dêvla mewdûatê pereyê xwe ji bo faîzê radizînin

img

DÎLOK – Li Dîlokê, xwediyên fabrîkayên tekstîlê fabrîkayên xwe difiroşin. Nûnerê Herêma Dîlokê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê Nîhat Bencan, pîşesaz ji dêvla mewdûatê pereyê xwe ji bo faîzê radizîne. 

Yek ji herêma sektora tekstîlê jî Dîlok e. Li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Başpinarê bis edan fabrîkayên tekstîlê hene. Piştî krîza aborî, fabrîka yeko yeko karkeran ji kar derdixin. her wiha gelek fabrîka jî hilberandin rawestandine û her diçe îlanên ji bo firotina fabrîkayan jî zêde dibin. Nûnerê Herêma Dîlokê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê Nîhat Bencan, anî ziman ku li gelek fabrîkayan karker bêyî zema ji sedî 26 a heqedesta kêmtirîn bigirin dixebitin û karkerên ku vê yekê qebûl nakin jî ji kar tên derxistin. 
 
Bencan, diyar kir ku li bajêr nêzî 80 hezar kes li fabrîkayên tekstîlê dixebitin û ji ber krîza aborî gelekan jê karker ji kar derxistine. Bencan got: "Kardêrn di nav krîzê de mane, ji bo tazmînatê nedin karkeran wan dişînin destûra bêheq. Karker jî bi hêviya ku dê kardêr gazî wan bike, li karekî din nagerin." Bencan, anî ziman ku ev kes di nav hejmarên fermî de cih nagirin û ji xwe derxistina wan a ji kar jî bi awayekî fermî nayê ragihandin. 
 
‘JI DÊVLA MEWDÛATÊ PEREYÊN XWE JI BO FAÎZÊ RADIZÎNIN' 
 
Bencan, diyar kir ku li herêma pîşesaziyê gelek fabrîka zema ji sedî 26 a heqedesta kêmtirîn nadin karkeran û karker jî ji ber şert û mercên zehmet rewşa heyî qebûl dikinç Bencan got: "Hem kesên derî qeydê dixebitin hene, hem jî wexta kesek ji kar tê derxistin, li derve sê kesên li benda kar in hene. Karker jî ji bo birçî nemîne dibêje 'bila karê min ji dest neçe', heqdesta kêm qebûl dike û dixebite. Sedema vê pirsgirêkê jî ew e ku karker xwe birêxistin nakin. Tu hêvî di vê rewşê de tune ye. Heta ji bo îstihdamkirinê qadên nû neyên afirandin, wê hejmara kesên betal zêdetir bibe. Wexta şert nebaş bin, pîşesaz jî nikare fabrîkayan vebike. Ji dêvla mewdûatê pereyê xwe ji bo faîzê radizîne. Polîtîkayên heyî nikarin ji bin vê rewşê rabin. Eger pîşez ketibe rewşeke ku fabbrîkaya xwe digire û j dêvla mewdûatê pereyê xwe ji bo faîzê radizîne, nexwe divê polîtîkayên baş bên hilberandin. Loma tu hêviya me ji pêşerojê tune ye."