Çerkezoglû: Îktîdara heyî nikare krîzê çareser bike

img

STENBOL - Arzû Çerkezoglû, destnîşan kir ku îktîdar bandorên krîza aborî taloqî pişttî hilbijartina 31'ê Adarê dike û got: "Der barê çareserkirinê de tu titş nayê kirin, bereksê vê dixwazin fatûreya krîzê li me bar bikin û polîtîkayên bi vî rengî pêk tînin. Yanî îktîdara heyî nikare krîzê çareser bike." 

Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû, bal kişand ser krîza aborî ya ku her diçe kûrtir dibe. 
 
Çerkezoglû, bilêv kir ku ji ber krîza aborî gelek pirsgirêk rû dane û ev krîz krîza pergalê ye. Çerkezoglû, anî ziman ku krîza heyî ji ber polîtîkayên îktîdara AKP'ê çêbûye. Çerkezoglû, destnîşan kir ku ev demek dirêj e hemû aborîzan partiya siyasî hişyar dikin, lê belê îktîdarê di polîtîkaya xwe israr kiriye û bûye sedema krîzeke wisa. 
 
Her wiha Çerkezoglû, bal kişand ser bihabûna berên çandiniyê jî û destnîşan kir ku sedema sereke ya bihûna van beran ew e ku li Tirkiyeyê bi navê çandiniy ê tiştek nemaye û bi her awayî bûue pêgirtiyê derve. 
 
‘ZÊDETIRÎ 7 MILYON KES BETAL IN' 
 
Çerkezoglû, anî ziman ku ji pirsgirêkên Tirkiyeyê yên sereke yek jê jî pirsgirêka betaliyê ye û niha 7 milyon kes li benda kar in. Çerkezoglû, bilêv kir ku di Sibata 2017'an de serokomar seferberiya îstihdamê daye destpêkirin, lê belê tu tişt baş nebûye û got: "Bereksê wê, betalî zêdetir bûye. Çimkî wê çaxê jî me gotibû. Ev kar bi vî awayî nameşe."
 
Çerkezoglû, destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka betaliyê bê çareserkirin divê hin gavên berbiçav bên avêtin û got: "Ewil, divê îstihdam bê zêdekirin. Ji bo îstihdameke mayînde jî divê kargeh bên vekirin û her wiha divê îstihdama di warê cemaweriyê de jî bê zêdekirin. Divê astengiyên li pêş xebatîna jinan, feraseta cihêkariyî û zayendîparêz ji holê bê rakirin û saetên kar bên çareserkirin. Eger ev bên kirin wê pirsgirêka betaliyê çareser bibe" 
 
‘BI VÊ ÎKTÎDARÊ NE MIMKUN E' 
 
Çerkezoglû, anî ziman ku îktîdar dixwaze bi hin polîtîkayên populîst bandorên krîza aborî taloqî piştî hilbijartina 31'ê Adarê bike û got: "Krîz, krîzeke pir kûr e. Niha çi gavan bavêjin jî bêfêde ye." Çerkezoglû, anî ziman ku ji bo karekî demborî ku 10 kes lazim in bi hezaran kes serî lê didin û got: "Ev krîz wekî ya 2001'ê ye. Hikûmet nikare bide ser hev. Serkomar tim behsa hin bernameyan dike. Wexta em li van bernameyan dinerin, emd ibînin ku tu polîtîkayeke wan tune ye. Hemû polîtîkayên wan ji bo kardêran e. Her wiha Wezareta Xezîne û Darayî jî hin bername daxuyandin. Der barê krîzê, der barê kedê de tu çareseriyeke wan tune ye. Bereksê vê dixwazin fatûreya krîzê li me bar bikin û polîtîkayên bi vî rengî pêk tînin. Yanî îktîdara heyî nikare krîzê çareser bike."
 
‘EM Ê BITÊKOŞIN' 
 
Çerkezoglû, herî dawî got: "Niha li Tirkiyeyê pêvajoyeke zext û zorî heye. Bi taybetî jî di di çar pênc salên dawî de mekanîzmayên demokratîk ji holê hatine rakirin. Parlementer, rojnamevan, şaredar, akademîsyen û kesên serî li ber îktîdarê antewînin tên bêdengkirin. Sedema ku niha li Tirkiyeyê liv û tevgerek civakiyî tune ye, ji ber vê bêdengiyê ye. Lê belê tevî hemû çewisandinan jî em ê bitêkoşin." 
 
MA / Ferhat Çelik