Meclîsa ÎSÎG: Di meha Sibatê de herî kêm 125 karkeran jiyana xwe ji dest dan

img

STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê, rapora cînayetên kar ên meha Sibatê aşkere kir. Di meha Sibatê de herî kêm 125 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hat diyar kirin ku di du mehên destpêkê yên sala 2019'an de, li Tirkiyeyê herî kêm 284 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 

Rapor bi sernavê "Karkerên jin di kuştina ser kar de bimirin jî 'nayên dîtin'" hat  weşandin. ÎSÎG'ê ragihand, piraniya karkerên jin ên jiyana xwe ji dest dane bê sendîka ne û herî kêm 75 ji sedî bê qeyd hatine xebitandin. Di raporê de hate gotin, ji mirovên meha Sibatê 'di kuştina ser kar' de jiyana xwe ji dest dan, zarokek, 9 jin û 3 koçber hene.
 
ÎSÎG'ê diyar kir, meha Çileyê herî kêm 159, meha Sibatê jî herî kêm 125 kes bi giştî 284 karker di du mehên destpêkê yên sala 2019'an de li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Par ev hejmar 272 bû.
 
Li gorî ÎSÎG'ê hejmara karkerên ji sala 2013'an ve li ser kar jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
 
Di Sala 2018'an : 1923
Di Sala 2017'an : 2006
Di Sala 2016'an : 1970
Di Sala 2015'an : 1730
Di Sala 2014'an : 1886
Di Sala 2013'an : 1235