Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da

img
MÛGLA - Li Kana madenê ya navbera taxa Sarikaya ya Mîlasê ya Muglayê û Bajarê Antîk de dimîne ax hilweşiya û karkerekê ku dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da.
 
Li kana madenê ya navbera taxa Sarıkaya ya Mîlasê ya Muglayê û Bajarê Antîk ê Labranda ax hilweşiya. Di hilweşina kana madenê de 4 karkerên madenê di bin axê de man. Ajokarê kamyonê Tayfûn Akinci yê ji bin axê bi birîndarî hat rizgarikirin, raskirin nexweşxanê. Hat diyar  kirin ku jiyana Akinci di xeteriyê deye.
 
KARKEREKÊ JIYANA XWE JI DEST DA 
 
Ji sê karkerên dibin zinaran de man, cenazeyê karkerekê hat dîtin. Hat destnîşan kirin ku nasnameya karkerê cenazeyê wî hat dîtin tê lêkolîn kirin. Hat diyar kirin ku karkerên dibin zinaran de mayîn jî ajokarê kamyonê Şukru Otlak, operatorên akskavatorê Engîn Tûtûk û Servet Çapacioglû ne. Ji bo 2 karkerên din xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.