Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve

img

ENQERE - Prof. Dr. Aziz Konukman, polîtikayên AKP'ê yên şer û gotina Erdogan a “Hûn bihuyê guleyekê dizanin?' nirxand û wiha got: "Erdogan şer tercîh dike. Bi vê gotinê li xwe mukir hat ku nikare şer finanse bike. Ger ku hûn her tim şer bikin hûn dê civaka xizan bêtir mexdûr bikin. Dê xizanî pêş bikeve." 

 
Aborînas Prof. Dr. Aziz Konukman, polîtîkayên hikûmetê û daxuyaniyên Erdogan ên der barê buhayê îsot, fireng û guleyan de nirxand.  Konukman, anî ziman ku beriya nokteyên tanzîmê dîne, “Pêşnûmeya Zagona Halê" anî rojevê û wiha got: “Dê halên fêkî û sebzeyan bi vê pêşnûneyê dewrî şîrketên taybet bike. Dê şiklên AVM (Navendên Kirîn û firotinê) ava bike. Bi vê yekê dê welatiyên ku li halê debara xwe dike ji navberê derxin û şîrketan bînin ser kar. Her çend Erdogan li ruyê Esnafan binere û bêje ‘Şerê min ne bi were ye' jî di rastiya xwe de li dijî esnafan têdikoşe. Balkêş e esnaf jî ji vê gotina Erdogan re li çepikan didin." 
 
'EW BI XWE PIRSGIRÊKAN AVA DIKIN' 
 
Prof. Dr. Konukman, da zanîn ku berpirsiyarê buhabûna sebze û fêkî û ragihadinê hikûmet bi xwe ye û wiha axivî: “Hikûmetê bi xwe ev pirsgirêk ava kir. Qaşo komîteya zexîreyan ava kirine. Buhayê zexîreyan zêde dikin. Heta niha tu deng derneketiye. Ev komîte winda bû û çû. Niha pir zêde asê bûne. Wezîre me yê çandiniyê pesnê xwe dide. Dibêje 'pereyê me heye em îthal dikin' Em jî dibêjin 'Birayê min ger ku pere û dowîzê te hebe, li şûna tu îthal dike bide çotkar û çotkaran teşwîkî hilberînê bike. Lê ew li vê yekê nafikire. AKP 17 salin mekanîzmaya hilberînê tune dike. Qadên çandiniyê teng kirin. Hikûmetê plana hilberina çandiniyê avêtiye aliyekî. Her tim bi hişmendiya îthalat û piyasê tev digere. Bi îthalatê hilberîner û çotkaran terbiye dike. Her tişt ji dewletê derketiye. Li aliyekî dipirsin dibêjin çima li nava zeviyê bi 1 TL ye û li dezgeh çima 5 TL ye. Baş e lê rênçber dê çawa bikin? Nokteyen firotina tanzîmê tenê li 3 bajaran hatiye avakirin. Li 3 bajarên mezin hatiye avakirin. Em dipirsin hûn dê bajarên din çawa bikin? Ma ew ne welatî ne? Wê demê divê hûn li hemû bajarên Tirkiye nokteyên firotina tanzîmê avabikin. Ev ne çareserî ye. Serokê Kooperatifên firotinê daxuyanî da û got 'Heta Serê Nîsanê' ye. AKP ne partiya bernameyan e. Yên ku ji vê xizmetê sûdê negirin jî dê bacê bidin. Welatiyên ku ji tanzîmê sûdê nagirin jî zerara tanzîmê didin. Ev ne edalet e. Divê li 81 bajaran cihê ku tanzîm nehatiye avakirin rabin ser piyan. Divê vê yekê bikin manşet. Zerara erkê ya Kooperatifên Firotina Çandineyê dê kî bide?."  
 
 
'KEDA RENÇBER TÊ XWARIN' 
 
Prof.Dr. Konukman, da zanîn ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan dibêje “Hûn dizanin buhayê guleyekê çiqas e? û bertek nîşanî welatiyan dide û wiha got: “Di aboriyê de têgehek heye. Halê bazirganiya navxweyî. Rençber ji bo berhemekî sanayiyê bistîne divê çiqas berhem bifiroşe. Ger ku dema berhemê sanayiyê dikire, bê navber pîvana berhemê difiroşe zêde bibe, wê demê keda rençber tê xwarin û kedxwarî û metîngerî heye. Her diçe malê rençber li hemberî berhemên sanayiyê bê qîmet dibin. Erdogan niha hiqaşek wisa aniye rojevê. Dewlet hilberîna guleyê dike û difiroşe. Bi vê yekê rençber bedelê  berhema ku hilberîna wê nake dide. Dewlet ji bo hilberîna guleyê bacê ji nava gel kom dike. Ger ku hûn her dem şer bikin û şer pêş bixin, welatiyên xizan û rençber dê îflas bikin û bêtir mexdûr bibin. Dê xizanî, feqîrî zêde bibe û xela dest pê bike." 
 
Tişta di serdema Îsmet Paşa de pêk hat û îro pêk tê heman tişt e. Wê demê jî digetin dorê û îro jî dikevin dorê. Ji ber ku AKP, ji ber pirsgirêkên aborî zêde asê bûye. Şensa wê ya çareseriyê nemaye." 
 
 
MA / Selman Guzelyuz