‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’

img

STENBOL - Welatiyan, diyar kirin ku cihên firotina tenzîmê, ji bo zêdebûna buhayê sebze û fêkiyan ne çareseriye û gotin: “Ji bo vê çareseriyek bingehîn pêwîste. Berî hilbijartinê cihê tenzimê xistina rojevê watedare. Wisan xuya dike ku li ser vê hesabên cuda tên kirin.”

AKP’ê, dibin navê pêşîlêgirtina zêdebûna buhayên sebze û fêkiyan, li Stenbolê, Enqerê, Bûrsa û Balikesîrê gelek cihên firotina tenzîmê avakirin. Tê diyar kirin ku cihên firotina tenzîmê dê heya hilbijartinê berdewam bike û li gorî pîvanên berhemên tên cihên firotina tenzîmê jî sînordar kiriye heye. Li gorî zêdebûna pîvanên berheman jî herî zêde 3 kîlo tê firotin. Dema berhem kêm dibin jî, herî zêde kîloyek tê firotin. Li cihên firotina tenzîmê wisan her kes nikare li gorî dilê xwe kîlo bi kîlo berheman bikire û mirov neçar bi saetan di rêza kirîna berhemên cihên tenzîmê de bimînin. Her ku diçe bertek li dijî cihên firotina tenzîman zêdetir dibin.
 
‘DIKANDARÊN BIÇÛK BELENGAZ Û REZÎL KIRIN’ 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Navenda Sendîkaya Hemû Kedkaran Vedat Şerîfoglu yê di rêza cihê firotina tenzîmê ya Kadikoyê de radiweste, diyar kir ku ferqa dinavbera 2 TL û 1 TL a li cihê firotina tenzîmê têrê nake û wiha axivî: “Firotinên tenzîmê pêdiviyên gel pêşwazî nake. Herî zêde beşên karker, kedkar û xizan tên cihek wiha. Ji xwe buhayê berhemên li vê derê tên firotin li marketan jî eyniye. Çareseriyên bingehîn pêwîstin. Di vê krîza heyî de dikandarên biçûk belengaz û rezîl kirin. Bi pêkanîna firotinên tenzîmê dikandar hîn zêdetir rezîl û riswa kirin. Li gorî min fêm kirî, ev pêkanîn demboriye. Berî hilbijartinê ev kirin, bi wateye. Wisan xuya dike ku hin hesabên van hene. Emê piştî hilbijartinê bibînin. Emê mêze bikin, ka evê bîmin an na?”
 
‘MÎNA RÊZA BAZARA REŞE’
 
Şerîfoglû, da zanîn ku rêza cihên firotina tenzîmê, dişibe rêza serdema bazara reş a sala 1970’iyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew serdem jî weke niha bû. Berhemên tup û rûn jî wisan dihatin firotin. Ji serê sibê heya êvarî em di rêzan de radiwestiyan. Lê wê serdemê zêde derfetên dewletê tunebûn. Ji ber ku berhem tunebûn. Lê niha ne wisane. Berhem pirin û derfetên dewletê jî hene. Bi qanûnan dikere, bi rehetî her tiştî sererast bike.” 
 
‘WELATIYÊN DIN GELO DÊ ÇIBIKIN’
 
Aysel Karadag a di rêza cihê firotina tenzîmê ya li Taksîmê de radiwest jî, diyar kir ku ew li Taksîmê dixebite û wiha bilêv kir: “Berhemên li vê derê dikirim, dibim cihê kar û dema ji kar derdikevim jî, dibim malê. Cihên firotina tenzîmê ne çareseriye. Ya girîng buhayê li bazar û marketane. Divê buhayê li van deran erzan bibin. Mirov di berbanga sibê de tên û dikevin rêzê. Ma heya kengî mirov dê bên û di rêzê bimînin. Bila her der erzan bibin. Bila hemû kes mîna berê karibe her tiştî ji xwe re bikire. Ev ji bo min weke pêkenokê tê. Em van deran weke çareserî nabînin. Li Stenbol û Enqerê cihên firotina tenzîmê danîn, gelo welatiyên li bajarên cuda dê çibikin? We jî welatiyên vî welatîne. Ez wisan difikirim ku ji bo hilbijartinê ev cihên firotina tenzîmê li van bajaran avakirin. Piştî hilbijartinê emê lê mêze bikin, gelo dê dewam bikin?” 
 
MA / Ferhat Çelîk