Aborînas: Tirkiye krîza hilberînê dijî

img

ENQERE - Aborînas Gaye Yilmaz û Erinç Yeldan, diyar kir ku Tirkiye di qada hilberînê de krîzê dijî û kriza hilberinê dê bêtir kûr bibe. 

Li gorî daneyên rêjeya bazirganigya derve ya TÛÎK'ê îxracat li gorî sala par ji sedî 7 zêde bû. Îthalat jî ji sedî 4,6 kêm bû. Li gorî van daneyan bazirganiya derve ji sedî 28,4 kêm bû. Ji 76 milyar 807 milyon dolaran daket 55 milyar 16 milyon dolarî. Dîsa di îtalata malên razemeniyê jî daketinek heye. Tirkiye ji bo karibe hilberînê bike divê mal ji derve bistîne. Li gorî daneyên sala 2018'an malên razemeniyê ji sedî 13 pêk hat. Di sala 2001'an de îhtalata para malê razemeniyê  ji sedî 16.8 bû, di sala 2018'an de bi  krîzê re ev yek daket 13.8'an. Ev para ji sedî 13 di nava 5 salên dawî de rêjeya herî kêm e. 
 
Hîndekarê Enstîtuya ICDD  ya Zanîngeha Kassel a Almanya û Aborînas Gaye Yılmaz û Hîndekarê Beşa Îktîsadê ya Zanîngeha Bilkentê Prof. Dr. Erinç Yeldan, bal kişandin ser pirsgirêka krîza aboriyê û krîza hilberînê. 
 
‘KRÎZA ABORÎ DÊ KÛRTIR BIBE'
 
Aborînas Gaye Yılmaz diyar kir ku di îthalata malên hilberînê û malê hilberînê de rêje her ku diçe kêm dibe û wiha got: "Ev dane nîşan dide ku Tirkiye dê di qada hilberîn û abroriyê de bêtir paşve biçe û dê krîz kûrtir bibe. Ger Tirkiye malê hilberînê bi afirandina dê rewş ne wisa bûya û wiha got: "Ji ber ku malê hilberînê kêm e rêjeya hilberînê kêm dibe û ev rê li pêş krîza hilberînê û aboriyê vedike. Ev nîşan dide ku dê krîza hilberînê û aboriyê di sala pêş de bêtir kûr bibe. Bi vî halî enflasyon kêm nabe." 
 
TIRKIYE HER KU DIÇE PAŞVE DIÇE
 
 
Prof. Erînç Yeldan jî diyar kir ku rewşa Tirkiye ya di qada aborî û hilberînê de her ku diçe paşve diçe û wiha got: "Para malê hilberînê yê îhtahalatê her ku diçe kêm dibe. Ev nîşan dide ku Tirkiye di qada hilberînê de rawestiya ye. 
Tirkiye krîza hilberîn û afirîneriyê dijî. Êdî hilberîn û afirînerî pêş nakeve û rawestiya ye. Li Tirkiye çavkaniyên aboriyê zuha bûye. Ji ber vê yekê ketiye krîza hilberînê. Di qada îthalatê de jî her diçe deng dibe. Ev nîşan dide ku aboriya Tirkiye her ku diçe paşve diçe."