Esnafên Wanê: Em qediyan, neman

img

WAN - Li Wanê, di salekê de ji ber krîza aborî zêdetirî hezar kargeh hatin girtin û gelek kargeh jî li ber girtinê ne. Esnafan got: "Em qediyane, nemane. Em ê çawa kirêya xwe bidin?" 

Ji ber krîza aborî, di salekê de li Wanê zêdetirî hezar kargeh hatin girtin. Li gorî daneyên 2018'an ên Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinhetkaran a Wanê, di sala 2018'an de 724 kargeh hatine girtin û zêdetirî hezar kargehên ne endamên yekîtiyê ne jî derabeyên xwe daxistine. Esnafan, destnîşan kir ku ger krîz dewam bike wê gelek kargehên din jî bên girtin. 
 
'EM MIRINE KES TUNE LI SER ME BIGIRÎ'
 
Fatîh Şeker ku amûrên înşeatê difiroşe, anî ziman ku her diçe deynên wan zêdetir dibin û got: "Divê dewlet bêyî faîz krediyê bide esnafan. Ancax bi vî awayî em ê karibin hinekî îdare bikin." Esnaf Nîhat Yakût jî got: "Em mirine, kes tune li ser me bigirî." Yakût, bilêv kir ku di her sektorê de krîz heye, lê belê di sektora înşeatê de krîzeke giran heye. Yakût, diyar kir ku car heye bi mehan jî ew nikarin tiştekî bifiroşin û got: "Divê radeyadar tev bigerin. Her tiştî pitşgiih dikin. Ev rewş wisa naçe. Divê demildest dest bavêjinê. An jê em ê ji mecbûrî dikanên xwe bigirin." 
 
‘FAÎZ PIR ZÊDE NE' 
 
Esnaf Mehmet Nacî Çîftçî ku amûrên înşeatê difiroşe got: "Em esnaf qediyane, nemane. Mutahît nikarin daîreyên xwe difiroşin. Esnaf jî tu karî nakin. Em nikarin bi deyn ji bankeyan bistînin. Çimkî fazî pir zêde ne. Divê faîz bên daxistin. Çend roj berê, ji bo çayekê vexwim çûm cem hevalekî xwe yê esnaf. Wê rojê tenê bi 10 lîreyan amûr firotine. Îjar bifikirin, em ê bi vî halî çawa heqê kirêya xwe bidin." 
 
Nûsemettîn Ayan ku penêrê bi sîrik difiroşe, anî ziman ku roj heye ew serfetihê jî nakin û got: "Berê metereyek penêr di rojekê de dihat firotin. Lê niha ancax em di hefteyekê de difiroşin." 
 
Ozcan Ayan ku erzaqê ji bo taştê difiroşe got: "Di demên dawî de gelek hevalên me deriyên dikanê xwe girtine. Heqê kirêyan zêde ye. Her wiha bac jî zêde ne. Ji ber kar tune ye, em ji mecbûrî digrin. Kar tune ye. Hindik maye em dikanên xwe bigirin."