Çi bê dizîn, ji meaşê wan tê birîn!

img

RIHA - Li Serêkaniyê, peywirdarên ewlehiyê yên erdê TÎGEM'ê diyar kirin ku li nav erd çi bê dizîn hemû ji meaşê wan tê birîn. 

Li Serêkaniya Rihayê, peywirdarên ewlehiyê yên 13 sal in bi awayekî taşeronî li Midûriyeta Giştî ya Fîrmaya Çandiniyê dixebitin, ji ber tim ji meaşê wan tê birîn 13 sal in bi awayekî tam meaşê xwe nastînin. Peywirdarên ewlehiyê yên hîn jî li TÎGEM'ê dixebitin, ji ber li navçeyê wekî din derfetên kar tune ne ji mecbûrî dixebitin û wexta behsa pirsgirêkên xwe kirin nexwestin navên wan bê aşkerekirin. 
 
13 SAL IN MEAŞÊ XWE TAM NESTENDINE 
 
Peywirdarekî anî ziman ku di TÎGEM'ê de 13 sal in 3 fîrmayên ewlehiyê hatine guherandin, lê belê her fîrmaya tê jî nekêmî ya berê ye. Peywirdar, da zanîn ku salek e ew di bin banê Ewlehiya Taybet a Bîlgeyê de dixebitin. Peywirdar, bilêv kir ku ji ber tim meaşê wî tê birîn nizane meaşê wî çi qas e. Peywirdar got: "Em 165 peywirdarê ewlehiyê ne. Em ji ewlehiya milyon û 750 hektar erdê berpirsiyar in. Ji xeynî 165 ewlekaran 10 heb jî yên fermî hene. Lê belê ji meaşê wan nayê birîn. Divê mafê me wekhev be, lê belê ne meaşê me wekhev e ne jî mafên me."
 
Peywirdar, destnîşan kir ku ew ji milyon û 750 hezar dekar erdî berpirsiyar in, lê belê hejmara wan têra ewlehiya ev qas erdî nake. Peywirdar diyar kir ku li nav vî erdî gelek tişt tên dizîn û got: "Çi bê dizîn ji meaşê me tê birîn. Lê belê dizê sereke ew kes e ku meaşê me kêm didme. Meha borî 300 lîre ji meaşê min hat birîn. Vanayên avê, qabloyên ceryanê tên dizîn. Heqê wna ji hemû ewlekaran tê birîn. Lê belê ger li dora vê qadê têl bên bicihkirin wê dizî jî bi rihetî çênebe." Peywirdar anî ziman ku ew 2 vardiye ne û her vardiye 8 saetan dixebite. Peywirdar, bilêv kir ku heqê nan tenê 100 lîreyî didin wan û ev pere jî ancax têra xwarina wan a 10 rojan dike. Peywirdar, destnîşan kir ku ji ber li Serêkaniyê kar tune ye, ew ji mecbûrî vî karî dikin. Peywirdar, diyar kir ku eger ew ji bo vê yekê serî li rêyên qanûnî bidin wê qebhetan têxin stuyê wan û wan ji kar bavêjin. 
 
Her wiha peywirdar, xwest mufetîşên serbixwe li TÎGEM'ê lêkolînan bikin. 
 
Peywirdarekî din jî, diyar kir ku ew bi meaşê distînin nikarin debara xwe bikin. Peywirdar bilêv kir ku zarokekî wî heye, lê belê ji bo firavînê jî pere bi wî re tune ye. Peywirdar, destnîşan kir ku vê mehê wî 227 lîre heqê ceryanê daye û deynê gelek bankeyan jî lê ye. Peywirdar got: "Bavên me jî di şert û mercên zehmet de ji TÎGEM'ê teqawid bûn. Loma wexta em doza heqê xwe dikin ew jî dibêjin 'huş be kurê min, li cihê xwe rûnê deng neke.' Şert û emrc zehmet in, mirov tî û birçî ne, ji mecbûrî dixebitin. Gef li me tê xwarin, dibêjin 'hûn enxebitin, ên bixebitin pir in.' Şert û mercên me ji bo xebatê ne tu merc in. Wexta debrê gundî tên berên li vir diçinînin. Qedexe ye, lê em nikarin rê li ber wan bigirin. Em û gundiyan dikevin qirika hev. Hejmara me kêm e, loma em ji ber gundiyan direvin. Halbûkî hejmara me bihata zêdekirin û hin tevdîrên din bihatana girtin, wê ji meaşê me nehatana birîn." 
 
Li ser vê em li TÎGEM'ê geriyan. Rayedar, diyar kir ku tiştên peywirdarên ewlekariyê gotine rast in, lê belê li gor peymanê TÎGEM fatûreyê li fîrmaya ewlehiyê dibire û fîrma jî vê yekê li 165 peywirdaran dabeş dike.