Karkerên sîteya pêlavvanan betal in

img

ÎZMÎR – Krîza aborî bandor li Sîteya Pêlavvanan a Işikkentê kir. Ji ber krîza aborî gelek atolye hatin girtin û gelek kes jî betal man. 

Li Tirkiyeyê yek ji navenda herî mezin a çêkirina pêlavan Sîteya Pêlavvanan a Işikkent a Bornovaya Îzmîrê ye. Lê belê sîteya pêlavvanan jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt û ji ber krîzê esnaf û karker betal dimînin. Li sîteyê zêdetirî 500 atolye hene, lê belê gelek jê hatine girtin. Karkerên bêyî sîgorte û bi heqdesteke kêm dixebitin jî, ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. 
 
Karker Abdullah Taşdelen, diyar kir ku sektora ew lê dixebitin di warê maddeya xam de êgirtiyê derve ye. Taşdelen, anî ziman ku hem ev rewş hem jî krîza aborî tesîreke neyînî li wan kiriye. Taşdelen, destnîşan kir ku malzemeyên di çêkirina pêlavan de tê bikaranîn tê îthalkirin û bi dolra tê kirîn. Taşdelen, da zanîn ku berê nêzî 50 hezar karker li sîteyê dixebitîn, lê belê di 6 mehên dawî de ev rêje daketiye ji sedî 70'yî. Taşdelen got: "40 sal in di vê sektorê de dixebitim. Tim pirsgirêk hebûn, lê belê di demên dawî de pirsgirêk zêdetir bûne. Êdî mirov nikarin vî karî bikin. Di sala nû de em betal man." 
 
‘TEQAWID BÛME LÊ NIKARIM DEBARA XWE BIKIM' 
 
Nîhat Bozdag (55) anî ziman ku ew teqawid bûye, lê belê ji bo debara xwe bike vî karî dike. Bozdag, diyar kir ku ji bo her du keçên xwe bide xwendin û heqê mesrefên wan ê dibistanê derxe bi şev û biroj dixebite û got: "Rojê herî kêm 12 saetan dixebitim. Me di meha Çileyê de dît bê ka meaşê teqawidan çi qas zêde kirin. Ez dev ji vî karî berdim ez ê nikaribim bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê debara xwe bikim. Em mecbûr in bixebitin." 
 
‘ÊDÎ JI FEDIYAN NIKARIM DERKEVIM DERVE' 
 
1Hoste Tevfîk Saraç ku ji 11 saliya xwe dest bi vî karî kiriye û 50 sal in dixebite destnîşan kir ku 6 meh berê wî ji mecbûrî atolyeya xwe girtiye. Saraç, bilêv kir ku ji ber rewşa heyî ji fediya nikare derkeve derve û got: "Çend roj berê hosteyekî me yê extiyar hat cem min û giriya. Nikaribûye 5 lîre heqê serwîsa zarokê xwe bide. Ma ji vê rewşê xirabtir rewş heye? Bi salan xebitiye, lê nikare 5 lîreyan bide zarokê xwe." 
 
Saraç, destnîşan kir ku berê rewşa sîteyê baş bû û got: "Mirovên emrê xwe ji bo vî pîşeyî dane, niha ji xeynî vî karî wê çi bike? Ez ji kesên em xistin vî halî dipirsim, em ê çi bikin? Heta ev hikûmet, ev feraseta siyasî neçe wê tu tişt baş nebe."