500 esnafên Amedî dê kepenkan daxe

img
AMED - Esnafên kolana Sakarya yên Amedê bi sedema ku xizmeta jêrzemînê baş nayê kirin, rê û ronahiya kolanê xerabe ye diyar kirin ku dê nêzî 500 esnaf derabeyên dikanên xwe daxin. 
 
Esnafên kolana Sakarya ya Navçeya Amedê, diyar kirin ku ji ber xizmeta kolanê ya rê, kanalîzasyon û ceyranê nayê kirin êdî muşterî nayên dikanên wan û dê 500 esnaf çalakiya daxistina derabeyan pêk bînin. Esnafan diyar kirin ku ger daxwazên wan pêk neyê dê bimeşin ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. 
 
‘MIROV NIKARE LI KOLANÊ BIMEŞE'
 
Esnafan diyar kirin ku 5 meh berê tora gaza xwezayî kişandin û ji bo vê yekê rê kolan û êdî mirov nikare li kolanê di rêde bimeşin. Esnafan destnîşan kir ku wan bi derfetên xwe xîz û kevir li kolanê rokir û niha her ku baran dibare mirov ji herî û avê nikare derbas bibe. Esnafa Jin Emel Ornek, diyar kir ku Kolana Sakarya ji aliyê projeya Şaredariya Bajarê Mezin ve tê çêkirin û wiha got: "Karê vê projeyê pir hêdî dimeşe. Esnaf di nava zor û zahmetiyên gelek mezin de ye. Her rojê nêzî 20 hezar mirov di virde derbas dibin û halê kolanê ne tu hal e." 
 
Esnaf Giyasettin Bora jî bal kişand ser rewşa kolanê û xizmeta şaredariyê û wiha got: "Gotin 'em dê kolanê nûjen bikin' Lê li şûna nûjen bikin, ji halê berê xerabtir kirine. Berê çal û herî tune bû. Niha her der çal û herî ye. Qeyûm her dem pesnê xwe bi xizmetê dide. Lê bila werin vir bibînin. 
 
Mehmet Karayil ku 10 salin esnafiyê dike jî heman tişt anî ziman û wiha got: "“Her ku baran dibare kolan di nava heriyê de dimîne. Esnaf ji ber herî, rêya xerabe û nebûna xizmetê dê deriyê dikanên xwe bigirin." 
 
Esnaf Kazım Donmez jî anî ziman ku ji ber xizmet nayê kirin perîşan bûne û ger daxwazên wan pêk neyê dê bimeşin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. 
 
MA/ Lezgin Akdeniz