KESK'ê helwesta hilbijartinê diyar kir: Rêveberiya herêmî ya demokratîk, azad û ekolojîk

img
ENQERE – Sendîkaya KESK'ê beriya hilbijartina rêveberiya herêmî helwesta xwe ya ji bo hilbijartinê diyar kir. KEKS'ê bi civîna çapemeniyê diyar kir ku ew Rêveberiya Herêmî ya demokratik, şeffaf, wekheviya zayendiya civakî, azadîparêz û ekolojîk diparêzin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi civîna çapemeniyê helwesta xwe ya ji bo hilibjartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê aşkere kir. Endam û rêveberên pêkhateyen KESK'ê li Navenda Giştî ya TUM BEL-SEN'ê kom bûn û bi civîna çapemeniyê helwesta xwe ya ji bo şaredariyan aşkere kir. Hevserokên KESK'ê Mehmet Bozgeyik û Aysun Gezen, Endam û rêveberên KESK’ê, Endamên MYK'ê yên KESK'ê û gelek pêkhateyên din  amade bûn. Li ser navê KESK'ê Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk daxuyanî da û destnîşan kir ku ew Rêveberiya Herêmî ya demokratik, tevlêbûn, şeffaf, wekheviya zayendî ya demokratîk, azadîparêz û ekolojîk diparêzin û dipejirînin. 
 
Bozgeyik, anî ziman ku êdî meclîs bê tesîr bûye û bandora wê nemaye û wiha got: "Beriya hilbijartinê di qada siyaset, aborî û hemû qadên jiyanê de berbendî çêbûye û rageşî zêde dibe. Bozgeyîk, anî ziman ku hilbijartina rêveberiya herêmî têkoşîna gel ku li vîna xwe xwedî derkeve ye û xwest her kes li vîna xwe xwedî derkevin û mafê xwe yê hatiye desteserkirin bistînin û biparêzin. 
 
Bozgeyik, helwesta xwe ya ji bo hilbijartina 31'e Adara 2019'an aşkere kir û wiha got: "Divê mekanîzmaya biryarê distîne bê venêrtin.  Divê her tişt zelal be û her kes karibe venêrtinê bike. Divê feraseta rêveberiya tevlêbûna piranî û demokratîk  bê rêvebirin. Divê rêveberiyên herêmî ne wekî şîrketan be.  Divê li dijî arizîkirê butçeya demoratîk û zelal pêş bixin. Divê hesab bide meclîsên kolan, tax û meclîsên bajar. Ji hilberîne heta serfkirinê hemû pêngavên xebatê gel tevlê bikin û wekhev, adîl û demokratîk pêş bixin. Divê li gori ferasetka edokojîk û demokratîk tev bigere. Divê li gorî pîvanên çanda gerdûnî projeyên çanda civakî û herêmî pêş bixe. Li ser esasê azadiyê pir çandî, pir zimanî, pir bawerî û pir nasnameyî esas bigire. Divê bêyî cudakariye texe nava bawerî, fikr û nasnameyan xizmeta wekhev û demokratik pêş bixe. Divê ji bo kal û pîr, jin, ciwan, zarok û hemû meşên civakê qatên çand û civakî yên bê heq ava bike û xizmete bike. Divê ji bo ragihandinek aram û hewayek paqij xizmetê bike."