Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin

img

KOCAELÎ - Ji karkerên jin Zubeyde Çataltepe, diyar kir ku ew li rêyên krîza aborî derbas bikin digerin û got: “Tundiyar li ser jinan, ji krîza aborî ne pir cudaye.” Tugba Acar jî, anî ziman ku ew krîza aborî dinava malê de bêtir hîs dikin. 

 
Jinên ku dinava kar de tim rastî tacîz û mobîngê tên û ji bo sermayê di karên herî giran de tên xebitandin, ji bo ku krîza aborî derbas bikin, li rêyên têkoşînê yên cuda digerin. Jinên ku ligel hemû zor û zehmetiyan li Herêma Sanayî ya Organîze ya Gebzeya Kocaelî (GOSB) dixebitin, têkoşîna ked û bandora krîza aborî ya li ser xwe vegotin.
 
‘HERÎ ZÊDE KEDA JINAN TÊ XWARIN’
 
Zubeyde Çataltepe ya 15 salin di fabriqeyê de dixebite, diyar kir ku di her beşa fabriqeyê de zoriyên xwe hene û wiha axivî: “3 caran dorveger em dixebitin û ev jî me dixe nava zoriyek mezin. Ji ber desthilatdariya zilam a dinava civakê de barê herî mezin dikeve ser milê jinan. Êdî em dem nabînin ku Wextê ji zarokên xwe re veqetînin. Nêzî 8 saet em tim li ser piyan dixebitin. Ji ber vê hema bêje di me hemûyan de nexweşîna fitiqê pêş ketiye. Weke hemû kesan krîza  aborî bandorek mezin li ser min jî kir. Her tiştk bûha bûye. Maeşê ez digirim têra tiştekê nake. Ligel ku 15 salin dixebitim jî, beramberî keda xwe nagirim. Tundiya li ser jinê ji, krîza aborî ne pir cudaye. Dinava kar de jî herî zêde keda jinan tê xwarin. ” 
 
‘TIRSA BÊ KAR MAYÎNÊ MIROVAN BANDOR DIKE’
 
Fatma Dogan a 15 salin di fabrîqeyê de dixebite jî, da zanîn ku karê herî zor, karê destane û wiha got: “Nexweşiyên min hene. Di destên min de kîst derketine, divê emeliyat bikim. Ligel vê jî neçarim bixebitim. Ligel vê zorî û zehmetiya karê me, krîza aborî jî bi ser de hat. tirsa bê kar mayînê mirovan pir bandor dike. Ez di kirê deme. Hemû tişt biha bûne. Meaşê kêmtirin du hezar û 20 TL ye, lê tenê nanek bi 3 TL’a ne. Kiloya îsotan bi 9 TL’a ne. Ne pêkane ku mirov bi meaşê heyî debara xwe bike. Ji bo ku ev pêvajo bê guhertin, divê dimildest desthilatdarî bê guhertin. Rêveberiya heyî pir xirabe û her diçe rewşa Tirkiyeyê xirabtir dibe.” 
 
‘YÊN KU RASTÎ ZEXTÊN DERÛNÎ TÊN JÎ EMIN’
 
Karkera jin Dîlek Çîçek jî, da zanîn ku jin di şertên pir xirab de dixebitin û wiha bilêv kir: “Yên ku herî zêde rastî zextên derûnî tên em jinin. Em karên giran dikin. Lê di vê em jin, di qada sendîkayê de têkoşîna xwe mezintir bikin.”
 
‘EZ NIKARIM DEM JI BO ZAROKÊN XWE VEQETÎNIM’
 
Arzû Ozturk jî, destnîşan kir ku ji derveyî fabrîqê, nikare jiyana xwe taybet bijî û wiha axivî: “Ez bi tena serê xwe dixebitim. 2 zarokên min hene. Ez dem nabînim ku bi zarokên xwe re derbas bikim. Ez beşa montajê de dixebitim. Dem bi dem rastî zextên derûnî û mobîngê têm. Di vê fabrîqeyê de min sendîka nas kir. Bandora sendîkayê heye. Bawerî bi mirovan re çêdibe.”
 
‘HEM LI MALÊ Û HEM JÎ LI FABRÎQEYÊ DIXEBITIM’
 
Tugba Acar a 6 salin li fabrîqê dixebite jî, da xuya kirin ku ew du qatan dixebite û wiha got: “Ez hem li malê û hem jî li fabrîqeyê dixebitim. Di demên dawî de min krîza aborî dinava malê de pir hîs kir. Hemû tişt pir biha bûne. Êdî hêza me ya kirînê nemaye. Em bi zorê debara xwe dikin. Pirsgirêkên hemû jinên karker yekin. Divê jin hîn zêdetir dinava rêxistinên sendîkayê de cih bigirin. Girînge ku jin li ser lingên xwe bimînin. Ji xwe azadiya aborî jî pir girînge. Divê mirov tu carî li destên kesekê mêze neke. Ev ji bo jinan dinava civakê de girînge.”
 
MA / Necla Demîr